Azîz Guler bi helbest û sîrodan hat oxirkirin

18:02

JINHA

STENBOL - Cenazeyê ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler ê li Rojava jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li taxa Gaziyê bi sirûda Rojava û helbesta "Delîkanlim" a Nazim Hîkmet a ku pir jê hez dikir ve hate definkirin.

Cenazeyê ji fermandarê BOG'ê Azîz Guler (Rasîh kurtuluş) ê li Rojava di 21'ê Îlonê de pêlî mayina ku çeteyên DAIŞ'ê danibûn kir û jiyana xwe ji dest da piştî 59 rojan cenazeyê wî li sînor hate rawestandin û ji aliyê malbatê ve hate wergirtin piştî merasîma li taxa Gaziyê li Goristana Gazî hate definkirin. Bi hezaran kesên beşdarî merasîma cenaze bûn li ser Lîseya Şaîr Abayê hatin cem hev û ber bi Cemxaneya Gaziyê ku cenazeyê Azîz li wir bû ve meşiyan. Cenazeyê Azîz ji wir hate wergirtin û bi kortejê û sirûd û dirûşman ve anîn Goristana Gaziyê. Di dema meşê de welatiyan qurnefîlên di destên xwe de avêtin ser darbesta Azîz û silav kirin.

Piştî ku meş li Goristana Gazî bi dawî bû ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Piştre Azîz bi helbest û Sirûda Rojava ve hate definkirin. Axa ku ji gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, danîn ser gora Azîz û birayê wî Ersîn Guler bi destên xwe ve ax avêt ser gora birayê xwe.

Piştî ku Azîz hate definkirin li ber goristanê merasîm hate lidarxistin. Beriya merasîmê zarokan sirûda Rojava xwendin. Piştre jî bavê Azîz, Mehmet Guler axivî. Mehmetbi gotina "min ji fermandar bi hezaran silav ji bo we anî" dest bi axagtina xwe kir û wiha berdewam kir: "Berpirsyarê kesên ku di êkoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane AKP ye. AKP'ê li cem DAIŞ'ê cihê xwe girt. Li cem şoreşgerên vî welatî cih negirt. Koletiya hovên DAIŞ'ê kir. Hesreta min z-çûyîna Rojava ye û dibe ku biçim wê derê û şer bikim. Ez sond dixwim ez ê serê xwe daynim vî riyê."

Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu berxwedana xwerêveberiya Kurdistanê silav kir û wiha got: "Azîz ji bo karkerên Somayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê ji bo azadiya Kurdistanê û Rojava çû wê derê."

Hevala wî Aylîn Mert jî bi gotina "Leqebê wî yê li lîseyê Rifki bû" qala Guler kir û diyar kir ku li zanîngehê Guler di damezirandina Genç-Senê de cih girtiye û li her 1'ê Gulanê de di refên pêş de li ber xwe daye, li hemberî berxwedana Kobanê jî bêdegn nemaye. Mert bi gotina "Rifkiyê Vefayê, bû Rasîhê Rojava" axaftina xwe bi dawî kir.

Piştre dayika Bedrettîn Akdenîz ê li Rojava jiyana xwe ji dest da Sabîha Akdenîz axivî û wiha got: "Em ji zarokên xwe hînî berxwedanê bûn. Em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin û li pey wan biçin, em natirsin. Dayikên we li ser piyan in bi we re bi ser bilind in." Bavê Mahîr Arpaçay ê li Rojava jiyana xwe ji dest da Necef Arpaçay jî wiha axivî: "Ji bo Tirkiyeyeke azad em ê jî şerî mezin bikin."

Di merasîmê de beşek ji helbesta "Delîkanlim" a Nazim Hîkmet hate xwendin û piştre bi strana "Mehmet Saît" a Azîz distra ve bi dawî bû.

(zt)