Navnîşana jinên Sêrtê Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn e

09:17

Nurcan Yalçın-Zehra Tunç/JINHA

SÊRT - Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn a ku dibiniya Şaredariya Sêrtê de xebatên xwe dimeşîne bi qursên vekirine jinan ji malê derdixin û navendên îstihdamê zêde dikin. Ji ber jin eleqeyek mezin nîşanî qursan didin dê proje bên zêdekirin û herêmên îstihdamê bên zêdekirin.

Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn a ku di sala 2011'an de dibiniya Şaredariya Sêrtê de hatî avakirin û ji wê demê ve xebatên xwe dimeşîne ji bo jinên Sêrtê bûye navnîşana xebatê. Bi vekirina qursan jin ber bi navendên civakî ve diherikin û îstihdamê zêde dike. Herî dawiyê dibiniya navendê de qursa dirun û nexşan hatiye despêkirin. Jinên ku beşdarî qurê dibin guherînên ku bi wan re hatîn çêkirin vegotin. Jinan diyar kirin ku xebitîna wan a bi hev re di gelek aliyan de ji bo wan dibe alîkarî û ew gelek tiştan ji hev hîn dibin.

'Ji bo ku em ji malê derkevin navend ji bo me derfetan pêşkêş dike'

Ji jinan Ayten Yildiz da zanîn ku ew rojê 5 saetan di qursê de dirun û nexşan hîndibin û got: "Em dikarin bêjin ku Navenda Şêwirmendiya Jinan Berfîn navnîşana me ya civaki ya bitenê ye. Ji bo ku em ji malê derkevin ji bo me derfetan pêşkêş dike. Em li vêderê tenê kêlî û nexşan hîn nabin di heman demê de herêma me yan hevaltiyê fireh dibe û em li vêderê gelek tiştan ji hev hîn dibin. Jin eleqeyek mezin nîşanî qursê didin. Em bi xwe tiştan bi keda destê xwe amade dikin û bi xwe difiroşin. Lê di aliyê firotinê de em pirsgirêkan dijîn. Ji bo ku em bikarin tiştên çêdikin bifiroşin divê ji bo me herêmek bê vekirin."

'Niha jiyana min hîn zêdetir rêkupêke'

Ayten anî ziman ku ji bo jin zêdetir ber bi navendê ve bên divê qurs bên zêdekirin û wiha domand: "Dema ku herêm bê firehkirin dê eleqeya jinan jî zêde bibe. Hemû jin dikarin bên navendê ji ber pir demê me nagire. Em hem li malê dikarin karê xwe bikin û hem jî di nava qursê de dikarin bixebitin. Ez bawernakim jin di vê herêmê de pir bikevin zorê. Ez hatime vêderê heya niha jiyana min hîn zêdetir ketiye duzenê. Ez her roj bi awayek rêkupêk karê xwe dikim. Ji bo wê jî hemû jin bê teredut dikarin bên li vêderê bixebitin. Jinek xwedî zarok jî bi rehetî dikare vî karî bike."

'Divê ji bo jinan herêmên kar bên zêdekirin'

Yek ji jinên di navendê de xebatan birêve dibe jî Emîne Oguz. Emine bilêv kir ku sedemek sereke yê ji malderketinê hatina navendê ye û wiha berdewam kir: "Her çendî ku em zêde destkeftiyekê ji qursê negirin jî em herî kêm daçuna xwe digirin û nabin mehtacê kesê. Li cihê di malê de runiştinê û li destê hinekan nêrînê li vêderê bi keda destê xwe dahatek girtin hîn baştire. Dema ku qurs û navendên jiyana kar ji bo jinan zêde bibin dê daxwazên wan ên kar jî zêde bibin û dê zêdetir jin tevlî jiyana kar bibin."

'Ji bo jinan projeyên me yên bedew hene'

Mamostaya qursê Emine Guneş jî di derbarê qursê û eleqeya jinan a ji bo kar de agahî da û got: "Di çarçoveya derfetên şaredariya me ji bo jinan dayî de em jî hewildidin ku ji bo jinan karekê bikin, tiştekê hîn bikin. Ev ji bo jinan herêmek gelek başe. Em niha perwerda kêlî û nexşan hînî jinan dikin. Ev xebat ne tenê di aliyê aborî de, di heman demê de di aliyê derunî de jî wan rehet dike. Gelek projeyên me hene ji bo jinan lê hîna neketine meriyetê. Di nava projeyan de muçedayîna jinan û pazarek ji bo firotina keda destê wan jî heye. Ez hêvîdarim dê ev proje demek zu têkeve meriyetê û jin di van mijaran de hîn zêdetir rehet bibin."

'Qurs di heman demên de jinan dike xwedî pîşe'

Nergiz Ceylan jî destnîşan kir ku qurs ji bo jinan rehetî û şanaziyê dide û wiha dom kir: "Ji dema ku min dest bi qursê kirî heya niha ez naxwazim di mal de vala demê xwe derbaskim. Derdora me fireh dibe, em hem dibin xwedî pîşe û hem jî jiyanê bi hev re par dikin. Jinên xwedî zarok jî tên qursê, ji ber ku herêm fireye zarok ji bo xwe li parqê dilîzin. Karê me jî hêsane û gelek demê me jî nagire. Ez bang li hemû jinên Sêrtê dikim ku bên navendê ji bo xwe kêlî û nexşan hîn bibin. Birastî jî jinên bên vêderê dê peşêman nebin. Heya kendê dê jin di malê de runin û li destê mêran binêrin."

(ny-zt)