Her diçe nexweşiyên Zeynep Celaliyan giran dibe û nayê dermankirin
09:21
Hulya Okalîn/JINHA
WAN - Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan a ku di sala 2008'an û şun de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjima Îranê ve tê girtin û rastî cezayê muebetê hat, her ku diçe rewşa tendûristiya wê bernebaşiyê ve dîçe û jiyana wê di xeteriyê de ye. Zeynep Celaliyan ligel tecrît û rewşa nebaş di nav şert û mercên giran de li hemberî zilm û zordariyê li ber xwe dide.
Di cihanê de welatê herî zêde jin lê tên qetîlkirin û navê wê bi darizandinê tê nasin welatê Îranê ye. Dewleta Îranê ku bi sedan siyasetmedar û rewşenbîrên kurd bi cezayên giran da darizandin, niha jî siyasetmendara kurd Zeynep Celaliyan bi cezayê giran di girtîgehê de terkî mirinê dike û roj bi roj ber bimirinê ve dibe. Zeyneb Celaliyan di sala 1983'an de li bajarê Makoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe û li wir mezin dibe. Zeynep Celaliyan di zarokatiya xwe de bi xweşîkbûn û çelengiya xwe bala hemû kesê dikişine li ser xwe û ji aliyê derdorê ve gelek tê heskirin. Zeynep di nav malbatekî kurd û feodel de mezin dibe. Zeynep di temenê xwe yê biçuk de li dijî hişmendiya mêran li hemberî malbata xwe serî hiltine û ji bo azadiyê têdikoşe. Malbata Celaliyan ji ber dibistan û xwendina jinê şerm û guneh dibine destûr nadin ku Zeynep biçe dibistanê. Zeynep ji bo dibistanê û eşqa xwendinê li hemberî malbatê radibe û ji malê direve. Piştî ku Zeynep têkoşîna azadiya kurd û gerilayên jin nas dike tevlî wan dibe û ji bo azadî û mafê jinê bi salan gerîlatiyê dike.
Zeynep ji bo xebatên azadiya jinê di Rojhilat de xebat dide meşandin. Dewleta Îranê ya ku azadiya jinê ji bo desthilatdariya xwe wek gef dît êrîşî rêxistina jinan kir û gelek kes xist binçavan û girt. Zeynep Celaliyan di sala 2008'an ji aliyê îstîxbarata Îranê ve li bajarê Kirmanşanê bi hinçeta "mûxalafeta li dijî Xwedê û endambûna rêxistineke ku dixwaze dewleta Îranê parçe bike" rastî cezayê darvekirinê hat.
Zeynep ligel nexweşiyên giran jî nayê derman kirin
Piştî nerazîbûnan cezayê Zeynep ji darîzandinê vegeriya muebbetê û ev 7 sal e di nav şert û mercên herî giran de li hemberî zilmê têkoşîna jiyanê dide meşandin. Zeynep di serî de di girtîgeha Kirmaşanê de di hate girtin ji ber îşkenceyê nexweşiya cîgerê dikeve û nayê derman kirin. Zeynep gelek caran ji bo nexweşiyên xwe daxwazname ji Dozgeriya Kirmanşanê re şandi jî tu encam ne stand û ligel nexweşiyên giran nayê derman kirin.
Jinên kurd ji bo Zeynep ketin nav çalakiyê
Piştî ku hêviyên wê yên dermankirinê namîne, cardin ji bo veguhêze bajarê Makoyê daxwaznameyek din ji Dozgeriyê re rêdike. Lê belê dozger daxwaza wê bi cih nayine û Zeynep dişeyne navçeya Xoyê ya Urmiyê. Piştî ku rewşa Zeynep ber bi xirabiyê ve diçe li çar aliyên Kurdistanê jinên kurd çalakiyan li dar dixin û daxwaz dikin ku bila demîldest Zeynep azad bê berdan û bê derman kirin.
Ligel nexweyiya giran hêj di girtigehê de ye
Dewleta Îranê piştî nerazibûn û çalakiyên jinan, siyasetmedara kurd Zeynep di nexweşxaneya Xoyê de ji ber nexweşiya tendûristî demek derman kir. Lê belê Zeynep ji zindanê ligel nexweşiya giran derneket û hêj di girtigehê de tê girtin. Zeynep bi salan li hemberî tundî û îşkenceyên dewleta Îranê di nav şert û mercên giran de li ber xwe dide û tenê di dilê wê de baweriya azadiya gelê kurd û yê jinê heye. Bi salan Zeynep bi tena serê xwe ligel nexweşiya xwe vîna xwe wunda nekir û têdikoşe.
Zeynep ronahiya çavên xwe winda dike
Ev 7 sal in Zeynep di girtigehê de dibin tecrîta girande ye, rastî nexweşiya hinavê bûye û çavên wê her ku diçe lawaz dibin, ber bi korbûnê ve ye. Zeynep berî nexweşiya cîgerê girtibû û nehat dermankirin niha jî ronahî ji çavên xwe wunda dibe û ber bi korahiyê ve diçe. Rayedarên girtîgehê ne dihêlin derman bibe ne jî dihêlin bi malbata xwe re hevdîtinan bike û gazincên xwe bine ziman.
(ho/zt)