‘Jin ne dara şikestiye jin dara jiyanê ye’
09:32
JINHA
ŞIRNEX- Xebatên 25’ê Mijdarê weke her deverê li Cizîrê jî dewam dike. Li Cizîrê jinan kûrsî danîn û li ser tûndiya ser jinê axivîn. Jinan pankartên “Jin ne dara şikestiye jin dara Jiyanê ye” vekirin.
Di çarçoveya xebatên jiên Cizîrê yên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Tekoşîn Lihember Şidetê Meclisa Jinan a KESK’ê kûrsî danî Kolana Hûnerê. Jinan pankartên “Tundiya mêr Birdoziye xwe parastina cewheri rewa ye”, “Jin ne dara şikestiye jin dara Jiyanê ye”, "Tundî sucê mirovahiyê ye” û "Êşa jinên Kobanê û Şengalê rondikên hemû cîhanê ne" li kolanê daliqandin. Li vê derê çirokên jinên ku rastî tûndiya mêr û dewletê hatine hatin vegotin. Jinên KESK’ê yek yek rabûn û çiroka Ekîn Wan, Ceylan Onkol, Ferînaz Xosrevanî, Ferhûnde Muhammed, Gonul Sokmen, Ozgecan Aslan û 5 jinên ku di dema dorpêça Cizîrê de hatin qetil kirin vegotin. Di çalakiyê de her wiha çîroka jina bi navê Nevin Yildirim, Çîlem Dogan ku parastina rewa kirine û ji wê bûnê mêran kuştine lê rastî cezayê giran hatine jî hatin vegotin.
‘Kûjerê jinan tên parastin’
Xebatkara Şaradariya Cizîrê Şûkran Yalçın jî li ser wateya 25’ê Mijdarê axivî û diyar kir ku 25’ê Mijdarê di sala 1960’an de Xuskê Mirabel ji ber ku serî li hember dîktatoran rakirine hatine qetil kirin. Şûkran desnîşan kir ku tevî di ser qetilkirina Xuskên Mîrabelde 55 sal derbas bûye jî jin hê jî rastî zilm û zoriyê tên, hêjî tên qetil kirin û wiha dirêjayî da axaftinê xwe: "Tundiya li hember jinan ne tûndiye kesane ne tûndiya li ser jinan ji alî hişmendiya baviksalari ve tê rêvebirin.” Şokran desnişan kir ku dewlet ji kujerê jinan re ceza kêm dibire û ev jî hişmendiya baviksalarî ya dewletê nişan dide û ev tişt anî ziman: "Dadgeha vê weletê got ku zaroka 13 salî rastî dest dirêjiyê hat bi daxwaze xwe ye, em vê dadgehê qebûl nakin.”
Di setê şevê de jinan li taxa Nûrê filmê “Ricma Soraya” ku ev film çîroka jinek li İranê hatiye recimkirin vedibêje temaşe kirin. Jinan dema film temaşe kirin li hember tûndiya mêr hêrsbûn. Jinan piştî temaşa kirina film bi daxwazên jiyanek azad û wekhev çirayên daxwazan firandin.
(ma/zt)