Hem jin û hem jî reşik be ...
12:37
Handan Tufan / JINHA
İZMİR - Yrd. Doç. Dr. Lulufer Korukmez, diyar kir ku jinên reşik ên ku her roj rastî newekheviyê tên dibin şideta civakîdenin û got: "Bi giyanî dibin tindiyan de tên perçiqandin. Em dizanin li Tirkiyê jin çiqas rastî şidetê tên. Ser vê de jî reşikbûnê zêdebikin hîn tindî zêdetir dibe."
Perwerdêra Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Ege yê Yrd. Doç. Dr. Lulufer Korukmez ev nêzî pênc salane bi dildarî di Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Çanda Afrika (Afro-Turk) ê dixebite. Qada Lulufer eleqeder dibe koça navnetewî, nijadî û hejariye. Lulufer lêkolînek di aliyê cudahiya di rengê çermê mirovan de kiriye. Lulufer da zanîn ku herî zêde Afro Turk li aliyê Ege û akdenizê dijîn, sedema li wan deveran bicîhbûna wan jî ji ber ku li wan deveran çandinî heye. Lulufer bilêv kir ku hinek ji wan ketine sendroma xwe sipîkirinê û qala pirsgirêkên jinên Afro Turk kir.
Lulufer anî ziman ku piştî hewildanên komarê yên yek reng kirinê êdî ji bo ku reşik xwe weke welatî bibînin dest bi guhertina çermê xwe kirin û wiha domand: "Ev rewşên giranin. Lê jinên ku jiyana wan bi koletiyê hatî derbaskirin bi carekê re nabin welatî. Êdî piştî demekê tayîbetî jî piştî nifşê duyemîn dixwazin demboriya xwe ya koletiyê jibîr bikin. Lê li aliyê dinê jî rengê çermê wan ê nikare demboriya wan bi wan bide jibîrkirin jî heye. Di nifşê sêyemîn de jî dest bi zanîna dîroka xwe dikin."
'Gotina bedewî ser jinan şopên birînên kurd hêlaye'
Lulufer derbirî ku têgiha xweşikbûnê bi jinan re şopên birînên kur hêlane û wiha berdewam kir: "Di nava civakek sipîde bûyîna xwediyê rengek reş bi serê xwe weke pirsgirêkekê dibînin. Di nava civakek bi hişmendiya mêran de ji ber rengê xwe mirov weke yêndinê tên dîtin û ji bo ku xwe bide dîtin pirsgirêkan dijîn. Jinek reşik ji bo hevserek li gorî xwe dîtinê pirsgirêkan dijî. Di nava gundan de em dibînin ku jinek ciwan hewildide bi mêrek sipîr re bizewice. Ew jin dixwaze zarokên wê sipî bibin. Mêrek kîbe çî karî bike dixwaze pêre bizewice. Di dawiya van zewacan de pirsgirêkên mezin derdikevin. Em dibînin di gundan de jin zarokên xwe dihêlin û diçin. Mêrê sipî weke litufekê dibînin."
Lulufer diyar kir ku jinên reşik ên her roj rastî newekheviyê tên dibin şideta civakî de dimînin û wiha dom kir: "Dema ku hinek li ruyê we binêrin û bikenin, yan jî weke mirovek cuda dîtî li hev binêrin û îşaretên cuda derxînin hunê xwe dibin deruniyek çawan de hîs bikin. Di aliyê giyanî de dibin vê de dimînin. Em li Tirkiyê şideta ser jinan dizanin. Li ser wê jî jinên reşik zêde bikin.
(zt)