Gûlser Yildirim: Li hember zîhniyeta AKP'ê bi berxwedanê em ê bi serkevin

12:49

JINHA

MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê a Mêrdînê Gûlser Yildirim a ku li hember dorpêça ser Nisêbînê dest bi greva birçîbûnê kiriye, derbarê şerê ku li herêma Kurdistanê didome de nirxandin kir û wiha got: "Îqtîdara AKP'ê dixwaze li ser gelê Kurd qirkirinê pêk bîne. Ên ku dixwazin Tirkiyê nasbikin divê bên Kurdistanê. Li hember zîhniyeta AKP'ê bi berxwedanê em ê bi serkevin.

Li Nisêbîna ku 11'e rojin qedexeya derketina kolanan lê hatî îlan kirin berxwedan berdewame. Parlementerên HDP'ê a Mêrdîn bi armanca pêşî li komkujiyan bigrin û dawî li qedexeyan bînin dest bi greva birçîbûnê kirin. Derbarê êrîş û rewşa dawiyê de Parlementera HDP'ê a Mêrdînê Gûlser Yildirim nirxandin kir. Gûlser destnîşan kir ku pêvajoya ku li Kurdistanê tê jîn ji îqtîdara AKP'ê bingeha xwe digre û wiha got: "Bingeha polîtîkaya qirkirinê ji îqtîdarê AKP'ê digre. Ji Newroza 2013'an de pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan dabû despêkirin hebû. Îqtîdarek alîgirê DAIŞ'ê heye. Pêvajo ji aliyê wan bi nermetingî hat meşandin. Ev pêvajo bi temamî bi armanca tasfiye kirina tevgera azadiya gelê Kurd hat meşandin. Eger xwestiba pêvajo bi aweyek samîm bimeşandiba dê zagon ji bo girtiyên nexweş pêşxistiba. Girêdayî vê Tirkiyê di warê demokratîkbûyînê de tu gav ne avêt."

'Niyeta AKP'ê di şoreşa Rojava de derket holê'

Gûlser diyar kir ku niyeta AKP'ê hemû di şoreşa Rojava de derket holê û wiha got: "Her çiqas AKP'ê pêvajo bi aweyek samîmî rêvenebiribe jî, cardin kêmbe jî hêviyê gel hebû. Lê bi şoreşa Rojava re piştgiriya AKP'ê ji çeteyên DAIŞ'ê û gotina 'Em li Rojava tu statoya Kurdan nasnakin' û her wiha ji bo gelê li welatê xwe gotina 'Bedelê wê çi dibe bila bibe tiştên pêwîst em ê bikin' pişt rast kir. Me şahîdiyê vê pêvajoyê kir. Her roj xwestin gelê me ji gundên sînor ên Pîrsûsê dûrbixin. Daxuyaniyên 'Kobanê ket wê bikeve' hatin dayîn. Nûçeyên ku çeteyên DAIŞ'ê li nexweşxaneyên Tirkiyê tên derman kirin hatin weşandin."

'Pêngavê pêvajoya şer di dema Kobanê de hat avêtin'

Gûlser da zanîn ku gelê Kurd piştgiriya hikûmeta AKP'ê ji DAIŞ'ê re dît û wiha got: "Divê gelên din jî vê yekê bibînin. Li Rojava Kurdan kantonan ji bo wî avanekirin. Gelê Kurd ên wir dijî avakirin. Alternatîf avakirin, li hember îqtîdariya desthilatdar modela xweseriya demokratîk avakirin. Lê AKP'ê dijmintiya vê kir. Ev helwest wek darbê li pêvajoya aştiyê da. Gelê bakûr xwedî li xizmên xwe a di bin zilman DAIŞ'ê de derketin, lê tu bi bombeyên gazê êrîşê gel dikî. Gel dît ku polîtîkayê dijmintî li hember gelê Kurd tê kirin." Gûlser anî ziman ku dewlet bûye AKP'ê di dijmintiya xwe a li hember gelê Kurd û got, AKP'ê bi komkujî û înkarkirina gelê Kurd bû desthilatdar. Gûlser diyar kir ku di dema Kenan Evren de jî bûyerên wiha ne hatî jîn û got: "Bi çekên giran êrîşê navçeyan dikin û qedexeya derketina kolanan tê îlankirin. Li tu deverê cîhanê ev yek ne hatî kirin. Li hember gelê kurd û nasnameyê Kurdbûyînê qirkirin tê kirin û her wiha qirkirina fîzîkî jî tê kirin."

'Tirkiyê naskirin bi Kurdistanê naskirin re dibe'

Gûlser bi lêvkir ku li herêma Kurdistan kiryarên faşîzan û dervî mirovahî tê kirin û wiha domkir: "Em bi kiryarên ku cihê wê di hiqûq û zagonan de nîne re rûbirûne. Ên ku dixwazin rûyê Tirkiyê ya rast bibînin divê bên Kurdistanê. Li Kurdistanê niha tenê, tang, top, wesayîtên akrep û çekên giran hene. Niha naskirina Kurdistanê naskirina Tirikiyê ye." Gûlser anî ziman ku xendek wek hincet nîşan dan û êrîş kirin dervî hiqûqê ye û wiha got: "Dema ku gel dexwaza xwe ya xwerêveberinê îlan kirin, xendek nînbû lê we girt binçav û avêtin girtîgehê. Ev encama polîtîkayê neçareseriyê ye. Berî çend roj li Nisêbînê ji bo demek qedexe rabû. Mixabin me nekarî em bikevin taxan. Bi hinceta ewlehiyê riyê me birîn me jî got 'hûn rê bidin me ji xwe ên ku ewlehiya canê me asteng dikin hûnin' lê cardin destûr nedan me. Armanc ne girtina xendekane. Welatiyên taxê dibêjin xendek ne hedefin, polîs gelê sivîl hedef digre. Bi vê yekê dixwazin vîna gel bişkînin."

'Nisêbîn girtîgeha vekiriye'

Gûlser êrîşa ser girseya ku xwast berbi navenda Nisêbînê ve bimeşe nirxand û wiha got: "Niha Nisêbîn girtîgeha vekiriye. Em niha ji bo xwedî derketina Nisêbînê li hev kombûn. Her çiqas rê hatibin girtin bi şêwayek me xwe gihand hev. Ji bo dorpêç rabe me xwast em meşek berbi Nisêbînê ve li dar bixin. Lê bi bombeyên gazê û ava şitê êrîşê girseyê kirin. Ev bê mafî têra nake serde jî, kesên ku girtine binçavan re dibêjin 'Hêza Tirkan'. Hêza Tirkan eve? Ev zîhniyeta nijetperestiye, zihniyeta DAIŞ'ê ye. Li ser navê Tirkan bê wîjdaniyê dikin û xwe pesna xwe didin." Gûlser da zanîn ku êrîşên hember gelê Kurd wek qehremaniyek tê nîşandan û got ev kiryar dê wek rûpelek tarî bikeve dîrokê.

'AKP'ê di civaka Tirkiyê de hişmendiya netew-dewlet avakiriye'

Gûlser diyar kir ku hişmendiya netew-dewlet berhemê kapîtalîzmê ye û herî zêde di civaka Tirkiyê de cih girtiye û wiha pêde çû: "Eger nêrînek bîrdozî nînbe, hemû hişmedî dê xizmeta desthilatdariyê bikin. Civaka Tirkiyê li ser bingeha, netewperestî û înkarikirina gelên din hatî avakirin û herkesên dora xwe wek dijmin dibîne. Hikûmeta AKP'ê vê hişmendiyê avakir. Projeyên HDP'ê nû nû diket nava civaka Tirkiyê. Heya ku mirovek nemire gelê Tirkiyê dikarî dengê HDP'ê bibhîstiba."

'Li hember zîhniyeta AKP'ê bi berxwedanê em ê bi serbikevin'

Gûlser di dawiyê de wiha got: "Divê herkes zilma ku li hember gelê Kurd pêk tê bibîne. Civak bi çi tê ronî kirin bi medyayê ye. Lê çapemeniya Tirkiyê bûye medya AKP'ê. Civakê 24 saetan bi agahiyên şaş teşe dikin. Serokomar her dem gelê ku piştgirî nade wî wek dijmin nîşan dide. Sivîl tên qetil kirin lê ew nava xwede li çepikê didin. Di rewşek wiha de gelê Tirkiyê dê dengê gelê Kurdistanê nebihîsin. Hemû alîgirên demokrasî û azadiyê bênavber piştgirî didin û bê deng nemane. Lê kesimên din ên civakê eger vê rastiyê bizanibin di wê baweriyê deme ku dê deng bidin vê têkoşînê. Hemû hêz xistina dewrê erkê me ya wek HDP'ê ye. Li hember polîtîka û zîhniyeta şer a AKP'ê bi berxwedanê em ê bi serbikevin."

(rc)