Jinên Rojava li hember şîdetê li qadanin

14:20

JINHA

ROJAVA - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, li Herêma El Şehbaa jinan daxuyanî dan çapemenî û li bajarê Dêrikê jin hatin ba hev û çalakiyên cur be cur pêk anînin. Li Dirbêsiyê jî jinan vekirina peykerê pêk anîn û diyarî şervanên YPJ'ê kirin.

HERÊMA EL ŞEHBAA

Endamên Meclîsa Rêveberiya Herêmên El-Şehbaa bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyanî da çapemenî. Li ser navê jinan Endama Komîteya Rêveber a Jin Nezîra Îsa, şîdeta ku bi hezaran sal a li ser jin şermezar kir û banga têkoşîna hevpar li jinan kir. Nezîra destnîşan kir ku, herêma wan demek dirêje di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê deye û got jin ji mafên jiyanê bê par hatî hêştin. Nezîre got ew ji bo jiyanek demokratîk û azad têdikoşin û wiha domkir: "Divê baş were zanîn ku azadiya jin azadiya civakê ye. Ji ber vê em di wê biryarê dene ku li hember şîdet û zihniyeta desthilatdariyê têbikoşin. Em têkoşîn bi yek rojê sînordar nakin. Ji bo ku em dawî li şîdetê bînin em banga têkoşînê li tevahî rêxistinên jin ên cîhanê dikin."

DÊRİK

Li bajarê Dêrikê Rêxistina Yekîtiya Star bi tevlîbûna jinan bi boneya 25'ê Mijdarê li Navenda Çand û Hûner a Dîcle yê çalakî li darxistin. Panqertên "Jin jiyane, jiyana bê jin nabe, ji şîdeta ser jin re êdî bese" li salonê hatin daliqandin û derbarê şîdeta ser jinê pêşengeh hat vekirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Gûlistan Osman axivî û got, zîhniyeta desthilatdariyê tecrûbeyên jin ên dîrokî û kedê wê tune dihesibîne. Gûlistan ji jinan xwast ku têkoşîna xwe li hember pergala desthilatdariyê bilind bikin. Piştî wê Endama Koordînasyona Rêvebera Xweseriya Demokratîk a Jin ya Kantona Cizîrê Elîzabêth Gaweriyê wiha got: "Jinên Kurd di her qadê de cihê xwe girtiye û şoreş dê bibe şoreşa azadiya jinan." Dûvre derbarê girîngiya rojê de sînevîzyon hat temaşe kirin û çalakiyên çandî hatin li darxistin.

DIRBÊSİYÊ

Çalakiyên 25'ê Mijdarê her wiha li bajarê Dirbêsiyê pêk hat. Di çerçoveya çalakiya 25'ê Mijdarê de, peykerek ser navê berxwedana şervanên YPJ'ê hat danîn. Bi tevlîbûna jinan li gund û bajar meş û çalakiyên cur be cur hat li dar xistin. Meşa ku li ber Navenda Yekîtiya Star despêkiriye heya Qada Jina Kurd berdewam kir. Di meşa ku saziyên civaka sivîl û gelek jin tevlîbûne de, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Rêxistina Yekîtiya Star hatin hildan. Ji rêvebera Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Rûken Yûsif banga têkoşîna bi vîn û fikra azad li jinan kir. Piştre jinan li Qada Jina Kurd vekirina peykerê pêk anîn. Meş bi tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.

Her wiha li bajarê Dirbêsiyê şanoyek bi mijara şîdeta ser jinê hat pêşkêş kirin.

(rc)