Ji Konseya Jin a Kantona Cizîrê daxuyaniya 25'ê Mijdarê
14:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya jinê a Kantona Cizîrî diyar kir ku sekinandina tûndûiya ku li dijî jinan pêk tê, bi kedeke hevpar a jinan pêk tê.
Desteya jinê ya Kantona Cizîrê bi boneya roja 25’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Desteya Jinê ya rêveberiya xweseriya demokratîk ya Kantona Cizîrê, di vê rojê de piştgiriya hemû hêzên ku bi azadî û wekheviyê
bawer dikin, dike.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser giringiya vê rojê û wiha hat gotin: “Ev roj tûndiya ku li ser jinan tê kirin û awayê ku pê çêbûye û derketiye holê, tîne bîra mirov. Tevî ku gelek pêşketin li cîhanê çêbûn û gelek rêxistinên ku têkoşîna ji bo mafê jinan dikin
jî hene, lê belê hîn jî gelek awayên tûndiyê yên siyasî, civakî û aborî bi rengekî hovane li dijî jinan tên kirin. Ji ber vê yekê jî mirovahî temenê vê tûndiyê giran dide.”
Di daxuyaniyê de behsa demên ku tê de tûndî zêde dibe hat kirin û ev tişt hat gotin: “Di demên şer de tûndiya li ser jinan zêde dibe. Di şerên ku Sûriyayê di nava hêzên desthilatdar de, qewimî de jin rastî hemû rengên tûndiyê hatin. Li Tirkiyê jî awayên herî
hov ên tûndiyê li ser jinên ku daxwaza mafên xwe dikin, tê meşandin. Mînaka vê yekê jî jina bi navê Ekîn wan a ku ji aliyê dewleta tirk ve bi rengekî hovane hat qetilkirin û bi cenazeyê wê hat lîstin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê hemû rengên tûndiyê ên weke êşkence, revandin û tecawizkirinê li dijî jinan pêk tînin. Di daxuyaniya Desteya Jinê de hat bi bîrxisin ku jin li hember tûndiya ku tê kirin, bê deng nema,
têkoşîn kir û îsbat kir ku ew dikare guhertinê pêk bîne û muhra xwe jî li dîroka mirovahiyê bixe û wiha hat domandin: “Mînakên van jinan jî di dîrokê de pir in. Jinên weke Sakîne Cansiz, Zîlan, Bêrîtan, Şîlan û Arîn Mîrkan bi berxwedan û têkoşîna xwe
bûn pêşengên azadiyê.”
Desteyê di daxuyaniya xwe de got ku bidawîanîna tûndiyê bi têkoşîna hevpar a hemû jinan û hemû rêxistin û desteyên peywendîdar, pêk tê.Di dawiya daxuyaniyê de hemû têkoşerên ku di oxira azadiya jinê de têkoşîn dane meşandin û jiyana xwe ji dest
dane hatin bi bîranîn. Her wiha berxwedana jinan a li tevahî welatên cîhanê hat silavkirin.
(rc)