Rafet Aşût ê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
14:52
JINHA
ŞIRNEX - Rafet Aşût (23) ê 9'ê Mijdarê li Cizîrê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Rafet Aşût (23) ê dema gelê Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Farqînê rabûbû ser piyan li kolana Almîrayê ya taxa Şahê bi guleya polîsan birîndar bibû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber rewşa wî giran bû ew sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Edeneyê kiribûn. Rafet li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Fafet piştî otopsiyê wê ji hêla malbata wî ve were wergirtin. Hat ragihandin ku cenazeyê Rafet wê sibe li pêşiya Cizîrê bi girseyî were pêşwazîkirin û bê definkirin.
(rc)