Jin di 25'ê Mijdarê de banga 'Dengê xwe bilind kirinê dikin'
16:35
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên jinan ên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewi ya Lihemberî Şidetê de bi awayên daxuyaniyên çapemeniyê, meş, bîranîn, sînevizyon, panel û civînan berdewam dike. Jin banga li qadan yekîtiyê dikin, li Wanê jî xwendekaran dara mirzan danîn.
AMED
Bi pêşengiya Mudiriyeta Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Surê ya Amedê li Meydana Şêx Said di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewi ya Lihemberî Şidetê de çalakiya 'Ji şidetê re bese' hat lidarxistin. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn, her jinên di rê de derbasdibûn beşdarî çalakiyê bûn. Jinan boyaya ku hatî amadekirin li destê xwe xistin û şopên wê li erdê hiştin. Xebatkara Mudiriyeta Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Surê ya Amedê Leyla Simedurmaz diyar kir ku jin bi duruşma 'Şideta ser jinan îdeolojîke, parastina cewherî mafe' dakevin qadan, kolanan û her devera ku lêne.
'Em bang li hemû jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin'
Leyla bilêv kir ku li hemberî şideta fîzîkî, derunî û zayendî şêwirmendiyê bilind bikin û got: "Dê jin bi deng, reng, vîn û cesareta xwe jiyanê ji nû ve avabike. Di derbarê, jiyan, xweza û bedena xwede tenê mekanîzmaya biriyardariyê em bi xwe ne. Em jin weke jiyana xwe xwezayê jî diparêzin. Ji bo wê jî em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin. Emê jin bi deng û rengê xwe dakevin qadan. Em ser vî bingehî bang li hemû jinan dikin ku bi deng û rengê xwe beşdarî tekoşîna me bibin."
'Bila cezayê herî giran bê dayîna qatîlên jinan'
Meclisa Jinên KESK'ê û Navena Parastina Mafê Jinan a Baroya Amedê girêdayî daxistina cezayê qatîlên jinan li ber Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de jinan dovîzên weke "Ji şideta mêran re na", "Qitîlên me di nava mede nin", "Jinên hatine qetilkirin raperîna mene" û "Em ne di şînê de di raperînê denin" û wêneyên jinên hatine qetilkirin hildan. Jinan duruşmên "Jin jiyan azadî", "Şideta ser jinan îdeolojîke" û "Em ne di şînê de di raperînê denin" bilind kirin.
'Bi bêmafî daxistina cezayê mêran hêzê dide mêran'
Di daxuyaniyê de Berdefka Meclisa Jinên KESK'ê ya demî Muyesser Gulcemal axivî û diyar kir ku di 10 mehên despêka sala 2015'an de 236 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û got: "Her diçe şidet û cînayetên jinan zêde dibe. Li welatê me jin bê qîmet tên dîtin, şideta ser jinan rewa tê dîtin û qirkirinên jinan zêde dibin. Bi bêmafî cezayê qatîlên jinan tên daxistin."
Jinên di qirkirinan de jiyana xwe jidest dane hatin bi bîranîn
Navena Jinan Ekin Ceren di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinên di qirkirinên Amed, Pirsus û Enqerê de jiyana xwe jidest dane bibîranîn. Di çalakiya ku li Orman Parkê hatî lidarxistin wêneyên jinên di qirkirinan de jiyana xwe jidest dane hildan. Hevşaredara Peyasa Amedê Farma Arşimet û Sînemagera di qirkirina Amedê de birîndar bûyî Lisa Çalan jî beşdar bûn. Fatma jinên hatine qetilkirin bibîranî û armanca çalakiyê vegot.
DÊRSİM
Navena Jiyana Jinan a ku dibiniya Şaredariya Dêrsimê de xebatên xwe birêve dibe çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê berdewam dikin. Platforma Jinan a Dersimê bi munasebeta 25'ê Mijdarê li taxa Sîhenkê belavok li jinan û esnafan belav kirin. Jinên ku bi erbaneyan û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Zilam dikuje dewlet diparêze" "Ji şîdeta li dijî jinan re na" ve belavok belav kirin ji bo meşa 25'ê Mijdarê ya di saet 12.00'an de ya li Qada Azadiyê bangawazî kirin.
WAN
Têkela KJA ya Elbakê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de çalakiyên weke sînevizyon û panel lidarxistin. Çalakiyên ku li Salona Civînan a Şaredariya Elbakê hatin lidarxistin Têkela KJA, jinên HDP û DBP'ê jî di navê de gelek jin beşdarbûn. Li salonê pankarta "Şideta ser jinan îdeolojîke, parastina cewherî mafe" hat rakirin. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî de despêkê sînevizyon hat pêşandan. Paşê jî panela ku Hevseroka HDP'a Wanê Derya Hayva, Hevşaredara Elbakê Aynur Tarhan û Civaknasa Şaredariyê Sezgin Sadak weke axaftvan beşdarbûyî hat dayîn.
Bi dara hêviyan ve hêviyên tekoşînê girêdan
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzincu Yil (YODER) ê û Jinên Ciwanên Azad (OGK) bi hev re di kampusa zanîngehê de dara hêviyan danîn. Bi alîkariya Egitim Senê xwendekaran dar bi duruşmên weke "Jin jiyan azadî" xemilandin.
(zt)