Li Pasurê Navenda Jinan a Zozan Eren hat vekirin
16:53
JINHA
AMED - Navenda Jinan a Zozan Eren ku dê dibiniya Şaredariya Pasurê de xebatên xwe birêve bibie hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Gultan Kişanak axivî û got: "Li vêderê em mala jinan a duyemîn vedikin. Ji bo azadiya jinan emê hemû derfetan bikarbînin."
Navenda Jinan a Zozan Eren ku demdirêje dibiniya Şaredariya Pasurê de xebatên xwe birêve dibe hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak, xebatkarên DÎKASUM, Hevşaredara Pasurê Sadiye Suer Baran, xebatkarên şaredarî û partiyê amadebûn. Beriya vekirinê jin li ber avahiya DBP'a navçeyê kombûn daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP'a navçeyê Berna Çelik ve hat xwendin. Berna balkişand ser şerê dewlet ser gel disepîne û wiha got: "Her roj jinek tê qetilkirin û ev qirkirin rewa tên dîtin. Li her devera cîhanê em jin rastî şidetên fîzîkî û devkî tên."
Piştî daxuyaniyê jin bi pankarta "Şideta ser jinan îdeolojîke, parastina cewherî mafe" meşiyan. Di tevahiya meşê de jinan duurşmên weke "Jin jiyan azadî" û "Mêr lêdixe dewlet diparêze" bilind kirin. Di destê jinan de dovîzên weke "Em ne namusa kesêne", "Ji şidet, tacîz û tecawîzê re bese" û "Ez Rojbîn, Leyla û Sakîne me" hatin hildan. Piştî meşê Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak axivî û wiha got: "Ji ber ku nîvê civakê jinin, dema di civakekê de jin ne xwediyê mafê gotinê be û jin jiyanê birêxistin neke şansê pêşdeçunê yê wê civakê nîne."
'Em dixwazin rengê xwe bidin jiyanê'
Gultan bilêv kir ku ew weke jin dixwazin rengê xwe bidin jiyanê û wiha domand: "Em jin pêşerojê avadikin û hêza xwe ji bo pêşerojê didin xebitandin. Dema ku em azadiya xwe dixwazin em di heman demê de azadiya hemû civakê dixwazin. Ev mala ku îro em li vêderê vedikin mala jinan a duyemîne. Ji bo azadiya jinan emê hemû derfetan bikarbînin."
Piştî axaftinan navend hat vekirin. Navend ji aliyê keça Zozan Eren a ku di sala 1997'an de bi hevserê xwe re hatî windakirin Ece Eren ve hat vekirin. Di dema vekirinê de Ece ser rondikên çavên xwe nekarî serwer bibe û got: "Ji ber ku navê diya min dane navendê ez gelek şanazim."
(zt)