Peymangeha Roza Cûdî 99 jin perwerde dike
09:05
Şînda Abdullah/ JINHA
DIRBÊSIYÊ - Peymangeha Şehîd Roza Cûdî ya Zanist û Perwerdehiyê bi beşdarbûna 99 jinan li bajarê Dirbêsiyê dest bi perwerdehiya nû kirin. Şagirtên ku beşdarî perwerdeya peymangehê bûne wiha gotin: "Divê tevahî jin cihê xwe di nava xebatê avakirinê de bigrin û pêşengiya ziman bikin. Ji ber şoreşa me wê bi temamî li ser ziman bi serbikeve."
Şoreşa Rojava û xebatê înşakirina xweseriya demokratîk bi pêşengiya jin tê rêvebirin. Jin di encama têkoşîn û berxwedana xwe de cihê xwe di qadê leşkerî, siyasî, aborî û civakî de girt. Her wiha pêşengiya perwerdehiya ziman jî dike. Peymangeha Şehîd Roza Cûdî a ku bi armanca pêşxistina ziman û avakirina mamosteyên pispor li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê hatî avakirin, rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Jinên temenê wan di navbera 18-35 sal de cihê xwe di peymangehê de digrin û perwerdeya zimanê Kurdî dibînin.
Rêvebera Peymangeha Şehîd Roza Cûdî Mariya Omer behsa tevlîbûna jinan kir û wiha got: "Bi taybet jin eleqeyek mezin nîşanî perwerdê didin û tevlîbûna wan çalake. Jin bi tevlîbûna xwe li hember pergala desthilatdariyê a înkar û îmhayê têdikoşin û xwedî li ziman derdikevin. Me meclîsa xweser di nava peymangehê de avakiri. Ev meclîs di heman demê de wê bi xweseriya jinên ku tevlî perwerdê dibin re mijûl bibin."
Şagirta Peymangeha Şehîd Roza Cûdî ya Zansit û Perwerdehiyê Mehe Rezo derbarê perwerdê de wiha got: "Armanc li vir hînbûna zimanê Kurdî bûyîne. Ji bo me wek xewin tê em bi zimanê Kurdî perwerde dibînin. Em êdî bi zimanê xwe dixwînin, dinvîsin. Êdî em ne wek berê ne. Banga me ji tevahî jinan re ew e ku xwedî li ziman û çanda xwe derên û pêşeroja civakê avabikine."
Şagirta bi nav Sîhem Ferhan jî wiha got: "Perwerdeya me gelek baş derbas dibe û em sûdê jê digrin. Du zarokên min hene, ew diçin dibistanê hînê ziman dibin ez jî li vir perwerde dibînim. Em dixwazin nifşê nû bi zimanê dayîkê mezin bibin. Ji ber pergala înkar û îmhayê em ji zaroktiyê xwe hînê ziman nebûn. Bi şoreşa Rojava re em civaka xwe bi xwe avadikin û xwe di navde pêşdixin."
Jiyan Yûsif jî bal kişand ser berxwedan û rola jin a di şoreşa Rojava de û wiha got: "Jin bi berxwedana xwe cihê xwe li hemû qadên jiyanê girt. Em ne tenê hînê ziman dibin her wiha hişmendiya ku pergal avakiriye bi sayê vê perwerdê em hildiweşînin. Jinên Rojava pêşengiya ziman, siyaset, civak û qadê leşkerî dike. Divê tevahî jin cihê xwe di nava xebatê avakirinê de bigrin û pêşengiya ziman bikin. Ji ber şoreşa me wê bi temamî li ser ziman bi serbikeve."
(rc)