'Dexwazê gel a demokrasiyê dê bi serbikeve'
09:06
JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê bi rizgarkirina Holê kêfxweşî û hêviya xwe anîn ziman.
Jinên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê rizgarkirina Holê ji aliyê Hêzên Suriya Demokratîk ve pîroz kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Dayîka bi navê Bêrîvan Mejdel wiha got: "Destpêkirina hemlê ji aliyê HSD'ê ve me gelek kêfxweş kir. Bi baweriya avakirina civaka demokratîk berê xwe dan çeperan û dest bi hemleyê rizgarkirina bajaran kirin. Ji ber xwediyê hişmendiya parastina civakê ye, hêviya me bi azadiyê heye. Dexwezê gel a demokrasiyê dê bi serbikeve. Em pêngavên serkeftinê silav dikin."
Rêveberiya Asayîşê a Tirafîqê Bêrîvan Îsmaîl wiha got: "Em bi rizgarkirina Hol gelek kêfxweşin. Hêzên YPJ'ê rolek pir mezin di vê hemlê de leystin. Bi têkoşîna xwe destanê berxwedanê dinvîsinin. Hêviya me a serkeftinê û rizgarkirina hemû bajar ji çeteyên DAIŞ'ê heye." Rêvebera Ciwanên Şoreşger ên jin Zozan Cûdî jî di serî de rizgarkirina Holê li tevahî gel pîroz kir û wiha got: "Gelek hevalên me ên ciwan beşdarî vê hemlê bûn. Hêvî bi serketina demokrasiyê heye. Her ku diçe hêzên beşdarî HSD'ê dibin zêde dibin. Ev yek jî bawerî dide me. Wek jinên ciwan çi erk bikeve ser milê me amedene bi cih bînin. Hêviyê me bi serkeftinê mezine."
(gb-ee/rc)