'Li girtîgehan binpêkirinên mafan gihiştine xala herî bilind'
09:06
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Leyla Ayaz di derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibe û qirkirinên li herêmê berdewam dike nirxandin kir.
Hevseroka Diyar TUHAD-DER'ê Leyla Ayaz diyar kir ku li girtîgehan her diçe binpêkirinên mafan û tindî zêde dibe û wiha got: "Têgotin ku Tirkiyê îmza avêtiye bin hevpeyîmanên demokrasiyê yên navnetewî, lê îro dema ku em dibînin bi xwe zagonên xwe binpê dike."
'Di girtîgehan de binpêkirinên herî giran sirgunin'
Leyla anî ziman ku di girtîgehan de binpêkirinên mafan ên herî giran sirgunin û wiha domand: "Ji aliyê Kurdistanê ber bi metrepolên Tirkiyê ve sirgun çêdibin. Di dema sirgunê de girtiyan ji girtîgehekê dibin girtîgehek dinê di wê rêwîtiyê de pêdiviyên wan nayên dabînkirin. Di girtîgehan de girtî rastî pêkanînên keyîfiyên leşker û gardiyanan tên. Carnan ev heya tacîza fîzîkî jî diçe. Di binçavkirinên demên dawiyê de heya dawiyê li girtiyan îskenceyê dikin. Piştî îskenceyê jî bê tedawî wan dişînin girtîgehê."
'Di girtîgehan de maf bi tevahî tên asteng kirin'
Leyla bilêv kir ku di girtîgehan de polîtîkayên razberkirina nasnameyên siyasî û civakî û girtî xistina yek teşeyê dimeşînin û wiha berdewam kir: "Li girtîgehan bi giştî maf tên binpêkirin û bi keyîfî tevgerîn heye. Lê li wê rolê dewletê yê ji fîzîk û her awayê jiyana girtiyan berpirs tê jibîrkirin. Emê li gel parêzer û malbatên girtiyan di derberê leşker û gardiyanên sepandinên keyîfî dikin de serlêdana suc bikin. Hîna di derbarê ti serlêdanên me yên suc de me encamek negirtiye. Gelek serlêdanên suc jî paşde vedigerînin. Lê em hewildidin zêdetir raya giştî têxin dewrê. Emê hem di derbarê binpêkirinên mafan de û hem jî di derbarê rewşa girtiyên nexweş de hewildanên xwe berdewam bikin."
'Cezayê disiplînê pir giran tê dayîn'
Leyla destnîşan kir ku cezayê disiplînê pir giran tê dayîn. Leyla da zanîn ku ji ber girtiyên nexweş nayên tedawîkirin di girtîgehan de jiyana xwe jidest didin û wiha dom kir: "Her diçe rewşa girtiyên nexweş giran debe û ew bêyî bên tedawîkirin terkî mirinê tên kirin. 20 girtî di sînorê mirinê denin. Bijîşk rapora 'nikarin di girtîgehan de bimînin' didin wan, lê dema ku diçe tiba edlî raporê dixe rewşa 'dikarin di girtîgehan de bimînin' û bi wî awayî wan bernadin. Bi ti awayî pêdiviyên girtiyên nexweş nayên dabînkirin. Bila her kes bizanin ku girtiyên me rometa mene. Bi vê hişmendiyê em li girtiyên xwe xwedî derdikevin."
(zt)