'Xwe kuştina jinê pirgirêkek gerdûniye'
09:07
Hulya Okalîn/ JINHA
WAN - Civaknasa Navenda Rojîn ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Ruken Ozdemîr xwe kuştina jinan nirxand û destnîşan kir ku xwe kuştina jinê pirgirêkek gerdûniyê û divê di bingehê de bê çareser kirin. Ruken daxuya kirin ku ji maha Adarê û şun de 28 jin li ser navê xwekuştinê hatine qetîlkirin û temenê xwe kuştinê ketiyê binê 12-13'an.
Her roj diçê binpêkirina mafê jinan û xwe kuştina jinan zêde dibe. Li Kurdistan û Tirkiyê de bi hezaran jin ji aliyê bav, bira û hevjînên xwe ve rastî tundiyê tên û tên qetîlkirin. Lê her çiqas jin ji bo tundiya li ser jinê bê rawestandin li qadan bin û çalakiyan li dar bixin jî heya niha tu zagon nehatiyê amadekirin û pirgirêka tundiya li ser jinê ne hatiyê rawestandin. Jinên ku rastî tundiyê tên jî çareseriyê xwe kuştinê de dibînin û dawî li jiyana xwe tînin. Roj derbas nabe ku nûçeyên xwe kuştina ango qetîlkirina jinê dikeve rojeva civakê û xwe kuştinên jinê ji rêzê tê dîtin. Xwe kuştuna jinê ku wek her sal îsal jî hêza xwe kêm nekir. Hat hînbûn ku ji maha adarê û şun de li Wanê 28 jinan ji ber neçariyê xwe kuştine û dîsa hat zanîn ku temenê xwe kuştunê ket binê 12 û 13'an.
'Temenê xwe kuştinê ket binê 12 salî'
Civaknasa Navenda Rojîna ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê Ruken Ozdemîr xwe kuştina jinê nirxand û diyar kir ku her sal bi sedan jin li ser navê xwekuştinê tên qetîlkirin. Ruken destnîşan kir ku di berê de temenê xwe kuştinê di nav bera 40-48 bû lê îsal ket nav bera 12 û 13'de yan. Ruken got ku her sala ku derbas dibe li Wanê pirgirêka jinê zêdetir dibe û wiha axivî: "Her roj bi sedan jin ji ber tundiya di nav malbatê de dîjin serî li me didin. Jinên ku serî li me didin herî zêde zarokên ku temenên wan di nav bera 12 an jî 13'an de ye. Ev jî me gelek dîtirsîne. Dîsa agahiyên xwe kuştinê tên me jî tevahî heman temenên zarokatiyê dene. Di nav civakê de gelek pirgikên jinan hene lê heya niha yek ne hatiyê çareser kirin ji ber vê êdî ne jinên têgiştî êdî zarok xwe dikujin."
'Xwe kuştina jinê bîrîna civakê ye'
Ruken di berdewamiya axaftina xwe de got ku sedema xwe kuştina jinê, rola ku civakê da ye jinê ye û wiha pê de çû: "Xwe kuştina jinê birîna civakê ye. Xwe kuştina jinê ne tenê ya malbata wê kesê ye, pirgîrêka hemû kesî ye. Ji ber ku hişmendiya civakê jinê ber bi mirinê ve dibe. Eger ku em rastî ye binîn ziman xwe kuştina jinê cînayet e û kujer jî hişmendiya civakê ye. Lewra em vê yekê wek cînayet dinîrxinin. Nîfusa Wanê jî 500 hezar zêdetir e û ji sedî 80'ê jê jin in û ji sedî 70 jin rastî tundiyê tên û ji sedî 50 jin çareseriyê xwe kuştinê de dibîne. Ji maha qanuna 2014'an û şun de 170 kes tenê ji ber tundiyê serî li me dan. Ligel vê yekê jî gelek jin rastî tundiya psîkolojîk tên û ev nakevin destên me û haya kesî ji wan tune. Pişt re agahiya xwe kuştinê ango qetîlkirinê tên me."
'Zewaca bê tendurist, civaka bêtendurist diafirîne'
Ruken anî ziman ku jin ji ber tundiya bav û birayên xwe serî li zewacê dide, lê dema ku tundî li wir jî berdewam dike jin çareseriyê di xwe kuştinê de bibîne û wiha domand: "Dema em qala tundiyê dikin tenê lêdana fîzîkî tê bira mirovan lê ne wiha ye. Gelek cureyên tundiyê ên wek derûnî, gotin, êrîş, tacîz, tecawîz, hişmendî û ya herî dîjwar jî tune hesep kirin û binpêkirina mafê ev tev li ser jinê tên kirin. Di heremê de keçên biçûk ji ber hişmendiya namûsê di zarokatiya xwe bi zorê tên zewîcandin. Zarokek dê çawa bi zewîce û zarokan bîne dinê. Zewaca bê tendûrîst, civaka bêtendûrîst diafîrîne."
'Her jin ji hemû jinan berpirsiyar e'
Ruken axaftina xwe wiha domand: "Jin dema li mal rastî tundiyê tê wek tiştek şerm be dihizire û ji civak û kesên derdora xwe diveşêre. Ev jî jinê ber bi teng bûnê ve dibe û çareseriyê di xwe kuştinê de dibîne. Lê ev ne rast e divê jin hemû pirgikên xwe bi qîrin û bînin ziman. Encax bi gotin û qirinê ev pirgirêk bê çareser kirin.Tundiya li ser jinê netenê li ser jinek tê kirin, li ser hemû jinan gef e. Ligel vê yekê divê hemû jin bibin yek û xwe ji gefa tundiyê rizgar bikin. Lewra her jin, ji hemû jinan berpirsiyar e."
'Bila hemû jin destên xwe hildin û li hember zilmê rawestin'
Ruken li ser xebatên çareserkirina xwe kuştina jinê jî ev tişt anî ziman: "Em wek Civaknasên Navenda Rojînê li Wanê bi salan e ji bo çareserkirina pirgirêka jinê xebatên xwe didin meşanadin û xwe digirhînin hemû jinan. Em di serî de xwe digihînin jinan û di derbarê mafên wan de wan agahdar dikin û pişt re diçin bi malbatan re diaxivîn. Piştî ku em destên xwe dirêjî jinan dikin jin hêdî hêdî nêzî me dibin û mafên xwe dixwazin. Wê demê em dibinin ku êdî jin fêrî cureyên mafên xwe bûne."
Ruken di dawiya axatina xwe de got ku bila hemû jin bibin yek û xwe bi xwe birêve bibin û wiha got: "Bila êdî jin wiha bi fîkirin. Ji tundiya jinê re bibêjin bes. Bila hemû jin destên xwe hildin û li hember zilmê rawestin. Dê encax wê demê tundiya li ser jinê raweste û encam bê girtin. Bila baş bê zanîn ku tundiya jinê sîstamatîk e. şikandian tundiya jinê, şikandina binpêkirina mafê civakê ye. Dewlet dixwaze di şexsê jinê de hemû civak dîl bigire. Berxwedana jinê, berxwedana civakê ya li hember pergalê ye."
(ga/rc)