‘Em çalakiyên 25'ê Mijdarê diyarî 5 jinên li Cizîrê hatin qetilkirin dikin’
09:11
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Di pankatê ku îsal ji bo 25'ê Mijdarê hatine amade kirin de tûndiya dewletê ya ser jinê daye meşandin derket pêş. Li Cizirê wênyên 5 jinên di dema dorpêçê de hatine qetilkirin û wênyên Ekîn Wan hat daliqandin. Yasemîn İnanç diyar kir ku wan îsal bernama xwe di bin siya şer de amade kiriye û ew hemû çalakiyê xwe diyarî 5 jinên ku li Cizirê hatine qetil kirin dikin.
Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navnetewiya Lihemberî Şidetê li çar aliyê Cizîrê pankartê 25’ê Mijdarê hatin daliqandin. Di panqartan de wêneyê Cemile Çagirga, Meryem Sûne, Maşallah Edin, Zeynep Taşkin, Milkiye Geçgel, ku di dema dorpêça Cizîrê de hatine qetilkirin hatin daliqnadin. Ev bilbordên li sere “Tûndiya li hember jinê bîrdoziye xwe parastina cewherî rewaye” bala gelê Cizîrê dikşîne.
Li Cizîrê pankartên girêdayî 25'ê Mijdarê yên hatine daleqandin wihan: Li Ser wêneyên bebekê Alan û Cemile Çagırga nivisa “Winda kirina pêşararoja zarokan tûndiye” hatiye nivîsîn", "Zewaca di temenê biçuk de istîsmara zayendî û aborî ye", Li ser wêneyên kesên ji Şengalê direvin "Koçberî tûndiye” hatiye nivîsîn, Li ser karikatorê Ekin Wan nivisa ”Şer tûndiya li ser bedana jinê ye” hatiye nivîsî, “Ji tundiya ser jinê re na", “Em jin tûndiya şer qebûl nakin” û Li ser wênyên hevşaredarên ji peywirê hatine dur xistin jî nivîsa "Midexelaya vîna me tûndiye” hatiye nivîsîn.
‘Jinên Cizîrê bûn sembola xwe parastin û têkoşînê’
Civaknas a Navenda Şêwirmendiya Jinê Sitiya Zîn Yasemîn İnaç got ku wan isal dibin siya şer de bernama xwe amade kirine û ew çalakiyên xwe yê isal dîyarî 5 jinên ku di dema dorpêça Cizîrê de hatine qetil kirin dikin . Yasemîn desnîşan kir ku jinê Cizîrê bûne mînaka xwe parastinê û têkoşînê û wiha got: "Dayikek hebû wê demê li Cizîrê sê zarokê wê parastina taxê dikirin ew dayîk her roj ji bo ku agahî ji wan bigre derdiket derve. Ew dayîk ji aliyekî ve jî hişê wê li ser zarokê wê yê malê bû ji ber ku qetlîam ne tenê li derve dibû di malê de jî mirov dihatin kuştin. Her roj nan çê dikir û li gel belav dikir. Deng derdixist û tilîlî dida. Ev dayîk bi xwe mînaka têkoşînê bû.”
‘Tundiya dewletê dişibe terora DAİŞ’ê'
Yasemîn destnîşan kir ku isal ji salên din cûda şer zêde derketiye pêş û wiha got: "Me îsal jinên hatine qetil kirin, jinên ku zarkê xwe winda kirine, jinên koç dikin zêdetir nîqaş kir.” Yasemîn anî ziman ku tundiya dewletê jî dişibe terora DAİŞ’ê û ev tişt got:"Ekîn Wan qetil kirin û bedana wê teşhîr kirin. Tenê li Cizîrê di nava çend mehan de 5 jin hatin qetil kirin. Dayikek zarokê xweyê 35 rojî winda kir; ev yek tundiya herî mezin ya li ser jinê ye. Dayîka Cemile bi rojan bi bedan keça xwe ya mirî re ma.” Yasemîn got ku wan xwestiye bi bilbordê li bajêr daliqandine li ser hemû tundiya bisekinin û wiha dewam kir: "Gelek jin koçberbûn, gelek jin hatin qetil kirin û gelek ji wan jî zarokê xwe winda kirin. Bi taybet jî hevserokên me yên jin ji peywirê hatin dur xistin. Em van hemûyan wek tundiyê dibînin."
(ma/zt)