Jinên Rojava piştgiriya şervanên di çeperan de dikin

10:00

JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya şervanên YPJ/YPG'ê û HSD'ê bikin xwarin amede kirin.

Jinên bajarê Hesekê bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê xwarin ji bo şervanên YPJ/YPG'ê û Hêzên Suriya Demokratîk yên di çeperan dene amede kirin. Jin bi coş û dildarî xebatê xwe didin meşandin. Dayîka bi nav Fetîhiye Ebîdalah wiha got: "Em xwarinê ji bo zarokên xwe ên ku di çeperan de ne amede dikin. Çi ji destê me bê em ê pêk bînin. Wê serkeftin ji mera be."

Xensa Mihemed jî wiha got: "Ên ku di çeperande li berxwedidin zarokên mene û ji bo parastina me şer dikin. Em jî xizmeta wan dikin. Wek jinên Kurd herdem dê piştgiriya me ji şervanên YPG/YPJ'ê hebe." Jina bi navê Sakîne jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Bi sayê Rêbertî em wek jin ronî bûn û zanabûna me pêşket. Di şoreşa Rojava de me rastiyê dijminên xwe jî naskir. Li hember çeteyên DAIŞ'ê dê têkoşîna rastiyê bidome.

(gb/rc)