Li Hesekê pêngava hemleya "ziman hebûne" didome

10:01

JINHA

HESEKÊ - Navenda Çand û Huner li Peymangeha Şehîd Çiya û dibistana Sead bin Ebî Weqas hemleya "Ziman Hebûne" bi şahiyek li darxist.

Endamên Navenda Çadn û Huner li Peymangeha Şehîd Çiya û dibistana Sead bin Ebî Weqas a bajarê Hesekê hemleya bi navê "Ziman Hebûne" bi şahiyek li darxist. Şahî bi beşdariya sedan zarok û bi dehan mamoste pêk hat. Piştî rêzgirtinê Koma Zarokan a govend û mûzîkê stran pêşkêş kirin. Di şahiyê de mamoste Emîne Mihemed axivî û diyar kir ku zarok bi vê hemlê û şahiyê gelek kêfxweşin û got: "Em bi hêvîne ku ev hemle bi xwere pêngavên mezin pêk bîne." Mamosteya Peymangeha Şehîd Çiya Gurcî Mistefa jî wiha got: "Wekî ku Rêbertî bi lêvdike "Ziman bedene û divê ku em xwedî li bedena xwe derkevin". Pêwîste em xwedî li zimanê dayîkê derkevin. Êdî tu hêz wê nekaribe pêşiya me bibe asteng. Em helwesta ENKS'ê şermezar dikin.

Zaroka bi navê Sîmav jî wiha dibêje: "Em bi vê şahiyê gelek kêfxweşin. Em ji zimanê xwe jî hezdikin. Tu kes nikare me ji zimanê me dûr bixe." Şahî bi govend gerandinê re bi dawî bû.

(gb/rc)