'Dema ku canê me jî girtibana me cenazeyê xwe li wê nedihêla'

10:06

Şehriban Aslan/JINHA

AMED - Di operasona li Lice-Hani-Karazê hatî despêkirin de gerilayek HPG'ê jiyana xwe jidest da. Ji bo ku gundî cenaze bigirin bûn mertalên zindî û çun cihê bûyerê. Ji gundiyên ji bo girtina cenaze çun Kadriye Akyil diyar kir ku ew rastî topbaranê hatin û got: "Me hema xwe avêt erdê û bi saetan me xwe bi xişikandinê gihand cenaze. Dema ku canê me jî girtibana me cenazeyê xwe li wê nedihêla. Di dawiyê de me cenazeyê xwe dît û girt."

Di operasona li Lice-Hani-Karazê hatî despêkirin de nêzî gundê Çagli yê gerilayek HPG'ê jiyana xwe jidest da. Nêzî 40 gundiyên ji bo girtina cenazeyê Mustafa Kiliç (Şevger Bismil) çun herêma operasonê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin. Ji mertalên zindi yên ji bo girtina cenaze çun herêmê Nedime Tekdag wiha qala bûyerê kir: "Di nava me de kal û zarok jî hebûn, dema ku em gihiştin ber pirê leşkeran em gulebaran kirin. Weke baranê ser me de gule barandin."

'Der dora me leşkeran girtin'

Nedime bilêv kir ku ew ji bo girtina cenaze ji malê derketin, lê hîna negihayîn ber pirê rastî gulebaranê hatin û wiha domand: "Me agahî girt ku gerilayekê jiyana xwe jidest daye. Ji bo girtina cenaze divê em ser pirê re derbasbûna, lê hîna em negihayîn ber pirê rastî gulebaranê hatin. Ji kîjan aliyî ve gule dihatin me nedizanî. Bêyî jin, zarok, kal û pîran ji hev cuda bikin êrîşî me kirin. Ji duh heya niha em di îskencê denin. Derdora me leşkeran girtiye em nikarin serê xwe rakin. Rojî û nimêjên Erdogan bernakevin. Ev çî hişmendiya oliye. Li aliyekê zarokên em qetildikin, li aliyê dinê jî nahêlin em cenazê zarokên xwe bigirin. Bila weke me dilê te jî bişewite. Ez jî dayîka şehîda me. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li pê Rêber Apo, şehîd û gerilayên xwe bin."

'Qêrînên me erd û esman digihand hev'

Yek ji jinên ji bo girtina cenaze çuyî jî Kadriye Akyil jî destnîşan kir ku çawan wan agahî girtin hema ji malê derketin ji bo girtina cenaze û wiha berdewam kir: "Çawan em gihiştin ber pirê ser me de gule barîn. Me nekarî em ji cihê xwe bilivin. Hîna gulebaran jî têr nedikir êdî bi topan jî êrîş kirin. Leşkeran dizanî em li wêne. Qêrîna me erd û esman digihand hev. Bi saetan bi xişikandinê em li cenaze geriyan heya me dît. Dema ku canê me jî girtibana me dê xwe gihandibana cenazeyê xwe. Dawiyê me xwe gihand cenaze."

Kadriye di dawiyê de wiha got: "Dewlet û Erdogan ji me çî dixwazin. Ma gelo ewqas canê ji kurdan girtî nebese? Dê êdî çawan bi me êşê bidin jiyan kirin? Em ji duh heya niha li cenazê xwe digerin. Desturê nadin em cenazê xwe bigirin. Ji cenazê gerilayên me ji bo me tiştek biqîmetir nîne. Bila her kes bizane ku kurd bi berxwedanê gihane van rojan. Em ji kesê natirsin. Emê bi berxwedanê bigihin serketinê."

(zt)