KOM: Em bang li hemû jinan dikin ku bila 25'ê Mijdarê derkevkin qadan
11:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) bi minasebeta 25'ê Mijdarê bang li hemû jinan kir ku bila li dijî hişmendiya bavîksalariyê û dewletê ji bo rêxistin kirina berxwedan dakevin qadan.
Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de li hemberî hişmendiya mêr û dewletê banga yetîkî û hevpariyê li jinan hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin her tim ji aliyê mêr ve ji jiyana hevpar û siyasetê dur hatiyê xistin lê jî îro pêve dê jin bi rêxistin li her qadê bin û hêza xwe bidin nîşandan û wiha hat gotin: "Ev salek e ku jin ji aliyê hevjinên xwe yên berê ve tên kêr kirin û qetîl kirin. Lê dewlet çi dike jinê sucdar dibîne û kujeran azad dihêle. Mêr dikuje dewlet diparêze. Divê me jin rê nedin vê yekê û li hemberî dewlet û mêr bi rêxsitinî têbikoşin."
'Hişmendiya dewletê û mêr yek e'
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jin hem li mal hem jî li ser kar rastî tundiya mêr tên û wiha pê de çû: "Jin ango keçên biçûk ji aliyê xizmên xwe ve tên tacîzkirin. Jin ne li mal ne jî li ser karên xwe bi azad û bê tirs nikarin bijîn. Mêr tu carî dev ji êrîş û hişmendiya tacîz kirinê bernade. Sedema vê jî dewlet e. Ji ber dewlet bi xwe rê li van tiştan vedike û destûrê dide mêrê ku êrîşê jinê bike. Wezareta Tendûristê ya Tirkiyê jî bi gotina xwe ya 'Karê jinê tenê dayîktiyê . Bila li mal dayîktiya xwe bike' hişmendiya dewletê derdixe ber çavan. Ev jî dide nîşandan ku hişmendiya mêr û yê dewletê yek e."
'Hem ji bo xwe hem jî ji bo hemû kesên bindest têdikoşin'
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna jinê ya li dijî hişmendiya mêr û ev tişt hat gotin: "Hemû qadê jin li dijî hişmendiya mêr li qadan in û têdîkoşin. Tu xwediyê kîjan zayendiyê dibî bila bibî jin jin e û rastî tundiya mêr tê. Lewra îro jin hemû yek in û li hemberî tundiya mêr dengên xwe bilind dikin. Di zayendiya jinê de nasname tune. Jin xwedî kîjan zayend be, ji kîjan qewmê dibe bila bibe. Li her derî tundiya jinê yek e. Divê jin jî vê baş bizanibe û bi gorî wê têbikoşe. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû jinan divê têbikoşe. Ango Hem ji bo xwe hem jî ji bo hemû jinên bindeste divê têbikoşe. "
'Ji bo talankirina xwezayê têdikoşin'
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser talan kirina xwezayê û wiha hat berdewam kirin:"Bi pêşketina bajarbûnê re li hemû erdnigariyê projeyên HES û bendavan hatin çêkirin. Dîsa bi çêkirina HES'an xweza hat tune kirin. Dîsa li jin bûn parastvanên xwezayê û parastvaniyê kirin. Kesên ku xwezayê tune dike dîa mêr e û parastvaniyê dike jî jin e. Jin bi salan e ji bo talankirina xwezayê têdikoşe rê nada talankirina xwezayê."
'Jin şoreşê bi rêxistin dike'
Di daxuyaniyê de li ser şer û pêvçûnên li Rojhilata Navîn tên kirin derbîrî û wihat dirêjî dan gotinên xwe: "Şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin jinên kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û li wir hêza jinê dan xuyakirin. Jinên kurd ne tenê ji bo jinên kurd ji bo jinên Ermenî, Ereb, Suyanî. Êzidî û Tirk jî têkoşiyan. Ji ber ku ew ji bo hemû jinên bindest şer kirin û hêza jinê dan xuyarikin.
Daxuyanî wiha hat domandin: "Berxwedana ku bi mehan e li Silopî, Farqîn, Cizîr û Gimgimê didome bi rêxistina jinê hatiyê dest pê kirin û di pêşengiya jinê de tê meşandin. Jin bi vê berxwedanê re parastina xwe ya rewa kirin û li li dijî komkujiyên dijwar ên dijmin xwe tirsanadin. Em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn dikin ku bila ji bo azadiya xwe têbikoşin."
'Di 25'ê Mijdarê de li qadan bin'
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku bila jin di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li dijî Tundiya Jinê ya Navnetewîn, li hember hişmendiya baviksalarî û dewletê ji bo rêxistin kirina berxwedanê dakevin qadan.
(ho/rc)