Makêtê jinên hatine qetilkirin binçavkirin!
12:05
JINHA
MÊRDÎN - Li Artukluya Mêrdînê aktîvîstên KJA'ê maketên ku li Parqê daliqandibûn ji aliyê polîsan ve hatin rakirin û binçavkirin.
Aktivîstên Kongreya Jinên Azad bi armanca balê bikşînin ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê û polîtîkayên şîdetê ên ku bingeha xwe ji dewlet û mêr digre, li Parqa Karayollariyê a navçeya Artuklu yê Mêrdînê makêtê jinên hatine qetil kirin daliqandin. Li ser makêtan navê jinên ku hatine qetil kirin û çîroka qetilkirina wan hatiye nivîsandin li ser gelek dar hatin daliqandin. Makêtên ku li ser navê Selamet Yeşîlmen, Ekîn Van, Nazli Akyûrek û Ozgecan Aslan hatî nivîsandin saetên sibê de ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.
Gelek polîs bi ser parqê de girt, bêy ku hincet nîşan bidin makêtan xistin binçav û birin Mudîriyeta Emniyetê a Mêrdînê.
(rc)