KAMER: Hejmara tundiya li ser jinê sedî 90 e
12:26
JINHA
AMED - Bi gorî lêkolîna Navenda Wekfa Jinê (KAMER) ya ku bi jinan re rûbirû axivî der ket holê ku jin ji sedî 90 rastî tundiya mêr tên. Dîsa li gorî lêkolîna KAMER'ê ji sedî 40 jin jî tundiya li ser xwe diveşêrin û ji sedî 50 jî rastî tundiya bi giran ya nayê xuyan tên. KAMER'ê di raporaa xwe de aşkera kir ku di 2015'an de tenê li Tirkiyê 261'ê jin ji ber tundiya mêrê tên kuştin.
Navenda Wekfa Jinê (KAMER) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniya KAMER'ê de hat aşkerakirin ku di hevdîtina rûbirû ya bi jinan re hatiyê kirin ji sedî 90 jin rastî tundiya mêr tên. Dîsa bi gorî lêkolîna KAMER'ê ji sedî 40 jin jî tundiya li ser xwe diveşêrin û ji sedî 50 jî rastî tundiya bi giran ya nayê xuyan tên. KAMER'ê di raporaa xwe de aşkera kir ku di 2015'an de tenê li Tirkiyê 261'ê jin ji ber tundiya mêr tên kuştin. Berdewamiya daxuyaniyê KAMER'ê wiha ye: "Tenê li Tirkiyê 261 jin bi destê mêr hatiyê qetilkirin. Ev hêjma bi reya çapemeniyê bi raşa giştî re hatine parvekirin. Lê cinayetên ku ne hatiyê bihistin jî gelek in û sînorên xwe derbas kirine. Bi sedan jin rastî tundiya mêr tên û ji raya giştî diveşêrin. Bi milyonan jin rastî êrîş û lêdana mêr hatin û hêj tên jî."
KAMER'ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku sedema ne rawestandina tundiya li ser jinê bêdengî û neçariya jinê ye. Ji ber tirsa li ser wê nikare mafê xwe jî bipirse û tê qetîlkirin.
KAMER'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser cureyên tundiya li ser jinê û ev tişt hat gotin: "Her çiqas li Tirkiyê tundiya li ser jinê ji sedî 40 were xuyakirin jî di rastiya xwe de ji sedî 50'î ye. Em baş dizanin ku jin li malên xwe rastî tundiyê tên û ji tirs û şerman diveşerê û bi tu kes re par venake. Armaca me ya herî bingehîn ev e ku tundiya veşartî derxin holê. Dê ev jî bi saya xebatên jinên bi rêxistinî çêbe."
Di daxuyaniyê hat gotin ku sedema tundiya li ser jinê sîstematîk e û wiha pê de çû: "Em dizanin ku sedema tundiya jinê bêperwerdehiye. Şerên li welêt, rewşa awarte û hwd e. Lê ev jî di rojên dawî de li welêt zêde dibe û nayê çareser kirin. Tişta ku bi xwe re tundî tîne jî pirsgirêka aboriyê ye."
Û zarok
KAMER'ê daxuyaniya xwe de bal kişand li ser rewş jinan ya malê û wiha berdewam kir: " Di her malê de herî kêm 4 zarok hene. Jin di mal de, bi aleqadariya zarokan tundiya herî mezin dijî û ev ji aliyê civakê ve hayê dîtin. Li vir zarok jî bi jinê re rastî tundiyê tên û derûniya wan xira dibe. Mixabin li Tirkiyê hemû zarok bi dayîkên xwe re rastî tundiyê tên û haya tu kesî ji wan tune."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku înşayê aştiyê wê bi destê jinê bê kirin.
(ho/rc)