Li Silêmaniyê Jinên Ciwan ên Welatparêz çalakiyek li darxistin
12:37
JINHA
SİLÊMANÎ - Li Zanîngeha Silêmaniyê ji aliyê Jinên Ciwan ên Welatparêzên Kurdistanê ve bi bûneya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan çalakiyek hat lidarxistin.
Li Silêmaniyê îro di saet 10:00'an de ji aliyê Jinên Ciwan ên Welatparêzên Kurdistanê ve bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan li Zenîngeha Silêmaniyê bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de jinan diruşmên, "Jin Jiyan Azadî", "Na ji bo Tundiyê' û "Jinê Nekuje, Azad bike" û wêneyên jinên hatine qetilkirin rakirin. Jinan di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî têkoşîna Jinan" berz kirin.
'Li hemberî tûndiyê rêxstin bûn"
Di çalakiyê de li ser navê Jinên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Semîre Seîd Salih daxuyanî da. Semîre Seîd Salih di serî de hemû coreyên şîdeta li hember jinê tê kirin şermezar kir û wiha got: "Em weke jinên Kurd xwediyê têkoşînekî dîrokî ya mezinin û roj bi roj têkoşîn jinan berfireh dibe. Li ser vî bingehî têkoşîna jinan ya li hemberî tundî û newekheviyê berdewam dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat û cîhanê ev têkoşîn û xebata jinan deng daye. Jinên Kurd êdî weke berê napejirînin di bin destê mêr û pergalê de bijîn. Li hemberî vê yekê xwedî îrade û hişmediyek azad a bi hêze."
'Pêwîste berê jinan li azadiyê be'
Di daxuyaniya ji aliyê Semîre seîd Salih ve xwendin de hat diyar kirin ku heya niha mirov nikare bêje jina Kurd di bin desthildariya zilam û pergalê de bi tevahî azadbûye û wiha ragihandin: "Jin xwedî îrade û hişmediyekî bi hêze, lê heya niha jî em nikarin bêjîn li hemû Kurdistanê jin bi tevahî azad bûye. Roj bi roj rastî tundiya cur be cur yên weke tundiya derunî, destdirêjî û fizîkî tên, heya niha di warê zagonî de jî, ji bo pêşî li vê tundiyê bigre tiştek nekiriye. Ji ber vê yekê pêwîste jin bên hişyarkirin û têkoşîna xwe berfireh bikin. Xwe bi rêxistin bikin. Çawa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje 'Çawan gulberojik her tim evînekê berê wê li rojê ye, pêwîste jin jî wiha berê wê her tim berê wan li azadiyê be." Em dubare tundiya li hember jinan şermezar dikin û em ê li hemberî her cure îskenceyekî li hember jinan tê kirin, bibîn xwedî helwest."
(dr/rc)