Cenazeya Hîlal di êvara 25'ê Mijdarê de wê ji aliyê hezaran jin ve were oxir kirin

12:52

JINHA

ÊLIH - Jina bi navê Hîlal Gulcek ya 21 salî ku duh li ser deriyê mala xwe ji aliyê mêrek ve li Stanbolê hat qetîlkirin, li Êlihê ji aliyê jinên KJA'ê ve hat defînkirin.

Ligel çalakiyên jinan ku bi rojan e ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Tundiya Jinê ya Nevnetewîn bi dîrûşmeya "Tundiya li ser jinê bîrdoziyê. Xweparastin heq e"li qadan bin jî, jin rastî tundiyê tên û ji aliyê mêr ve tên qetîlkirin. Yek ji jina ku rastî tundiya mêr hat û hat qetîlkirin jina bi navê Hîlal Gulçek (21)ya ku duh li Stanbolê li ber deriyê avahiya xwe ji aliyê Emrah Selçûk ve rastî êrîşê hat û hat qetîlkirin e.
Cenazeya Hîlal ji bo defînkirinê anîn Êlihê.

Cenazeya Hîlal bi tevlîbûna Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevşaredarên navçeyên Êlihê, aktîfîstên KJA'ê û ji aliyê gelek jin ve li ketina bajêr ya Tesîsa Bardakcilarê hat pêşwazî kirin.
Tabûta Hîlal ya ku ji aliyê jinan ve hat hilgirtin heya Gorîstan gundê Girbereşk meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên wek "Bijî berxwedana jinê", "Jin jiyan azadî" û "Bê jin jiyan nabe" hat berzkirin.
Cenazeya Hîlal piştî vecbeyên olî hat defîn kirin.

(ho/rc)