Dê di 25'ê Mijdarê de dayîkên zarokên xwe winda kirine li hev kom bibin

13:23

JINHA

AMED - Dê sibê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de KJA bi dayîkên zarokên wan hatine qetilkirin re bên bahev.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Lihemberî Şidetê ji serê mehê heya niha bi pêşengiya KJA yê li her aliyê Bakurê Kurdistanê berdewam dike. Dê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê ya ku bi duruşma "Şideta mêran îdeolojîke parastina cewherî mafe" berdewam diki de jinên zarokên wan hatine qetilkirin li hev bicivin. Ji aliyê KJA yê ve bi duruşma "Ne kuje" çalakî di saet 11.00'an de li Sumerparkê bê lidarxistin. Dê li wê dayîkên zarokên xwe winda kirine mafê axaftinê bigirin. Dê 15 dewqeyan sînevizyon bê nîşandan û rapora jinên hatine qetilkirin bê xwendin. Piştî bernamê dê beşdarî meşa girseyi ya heya Surê bê lidarxistin bibin.

(zt)