Jinên Wanê ji bo ji şidetê re bêjin 'bese' li qadanin

13:34

JINHA

WAN - Têkela KJA ya Wanê bi boneya çalakiyên 25'ê Mijdarê jin vexwendin qadan.

Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinên wanê li ber avahiya DBP'a Wanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li gel aktîvîstên KJA yê endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê û jinên HDP û DBP'ê jî amadebûn. Ser navê jinan Hevseroka Navenda DBP'a Wanê Caziye Duman daxuyanî xwend. Caziye balkişand ser berxwedana jinan a li her qadê berdewam dike.

Piştî daxuyaniyê bi boneya beşdarbûna meşa sibê dê di saet 12.00'an de bê despêkirin belavokên destan belav kirin.

(zt)