Gelê Nisêbînê yên ku hemberî nijadperest li ber xwe dide: Av nedin van teroristên Ermenî...!

14:18

Dîlan Karamanoglu/JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku ev 12 roj e di bin dagirkirina polîsan de ye welatî li ber xwe didin. Herî dawî şaredariya Nisêbînê ku ji bo welatiyan bi tangan av şand taxên dibin dagirkirina polîsan de ye, ji aliyê tîmên taybet ve hat astengkirin. Polîsên ku rê li tanga avê girtin gotin ku "Avê nedin terorîstan ew Ermenîn e. Bila tev ji bêtinê bimirin" destûr neda ku av bigihê welatiyên taxê. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî dagirkirina Nisêbînê nirxand û bang li hemû kesî kir ku bila deng bidin dengê Nisêbînê.

Navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku ev 12 roj e di bin dagirkirina polîsan de ye û qedexeyiya derketina derve ya li 15 taxan berdewam dike. Welatiyên ku bi rojan e li hemberî dewletê li ber xwe didin, haya tu kesî ji wan tune û ji taxan tu agahî nayê standin. Parlamenterên HDP'ê ku ji ber rewşa welatiyan dest bi grêva birçîbûnê kirin û bi rojan e di çalakiya birçîbûnê de li ber xwe didin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim diyar kir ku dagirkirina ev carê ji yên carên din pir cudatir e û da zanîn ku li nav taxan êrîş û pêvçûnên gelek giran tên jiyandin.

Gulser anî ziman ku qedexiya derketina derve hat armançkirin ku navçe bê valakirin û wiha axivî:"Li navçeyê 6 seat êrîş û şer berdewam kir. Dewlet dixwest ku navçe bê valakirin û dîsa wek salên 90'î pêlê koçê bide despêkirin. Li ser welatiyên Nisêbînê gefên mirinê hatin kirin û bi anonsan ji welatiyan re digotin 'Hun mahkûmên vê dagirkiriyê ne. Heya ku em bixwazin hunê divê rewşê de bin' êrîşên derûnî li ser gel didan meşandin. Ev jî ne ehlaqiye."

'Mirov di sinorên mirinê de ne'

Gulser di berdewamiya axaftina xwe de got ku polîs wek êrîşê terorîstan bikin nêzî gelê Nisêbînê dibin û wiha domkir: "Polîs li taxan bê navber ji gel re dibêj hun hemû terorîstin û zarokên we jî terorîstên sibê ne û bi hovane êrîşê gel dikin. Ew roj jinek bi telefonê li min geriya û ragihand ku li taxê av tune û pêwistiya wan bi avê heye. Me bi lezgînî bi tangan av şand taxê lê av ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinê ji min re got ku polîs li ber tangê sekînî û got 'avê nedin wan ew tev zarokên Ermeniyan in. Bila ji tênan tev bimirin û tangan cardin vegerandine. Dîsa welatî li ser telefonê rewşa taxê ragihand û gotin ku xwerin jî li cem wan nemaye. Mirovên taxê di sînorên mirinê dene."

'Gelo dengê Nisêbînê nayê bihîstin'

Gulser wiha berdewamî da axaftina xwe:"Gelo rewşa vir nayê bihîstin. Çima gel ranabe ser piyan û xwe nagihine gelê vir. Gelo mirov wîjdanê xwe winda kiriye. Li Nisêbînê mirov û zarok dimirin. Çima gel bêdeng e. Mirovahiyî hatiyê windakirin. Tîmên taybet raste rast li ser gel gulebaran dike û mirovan dikûje."

Gulser di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku bila deng bidin dengê gelê Nisêbînê û li hemberî zilmê bibin yek.

(ho/rc)