Jinên DEM-GENÇ ê: Emê li qadan hemberî deshilatiya mêran bisekinin
14:59
JINHA
AMED - Girêdayî 25'ê Mijdarê û 27'ê Midarê salevegera damezrandina PKK'ê daxuyanî dan û gotin: "Heya ku hemû jinên cîhanê azad bibe emê li qadan û kolanan heberî deshilatiya mêran bin."
Jinên DEM-GENÇ di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Lihemberî Şidetê û 27'ê Midarê salvegera damezrandina Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) ê de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyanî wihaye: "Em dixwazin girêdana xwe ya bi Xwişkên Mirabel re bidin diyar kirin. Çawan ku Xwişkên Mirabel li hemberî Komara Dominikê di 30 salên dawiyê de serkêşiya berxwedanê kirin, em jî weke DEM-GENÇ li Bakurê Kurdistanê li hemberî hikumeta AKP'ê tekoşînê didin. Heya hemû jinên cîhanê azad nebin emê li kolanan û qadan tekoşînê bilind bikin."
'Emê pêşengiya tekoşîna azadiyê bikin'
Daxuyanî wiha berdewam dike: "Em bi hestên xwe yên jinbûnê hemû şehîdên tevgera azadiyê birêzdarî bibîrtînin. Di pêvajoyek şoreşgerî de xistina meriyetê ya xweseriyê serketina ronahiya ku me ji Rêbertiya xwe girtiye. Bi pêşengiya tevgera azadiyê serketinên ku jinên kurd bidest xistine ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Ser vî bingehî emê hemû şopdarên Xwişkên Mirabel û hem jî şopdarên tekoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê tê dayîn bibin."
(zt)