Li Kurdistanê di 10 mehan de 70 jin hatin qetîlkirin

15:09

JINHA

AMED - Komîsyona Jinan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora qetîkirina jina ya di 2015'an aşkera kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li Kurdistanê di 10 mehan ji aliyên tîmên taybet û tundiya li ser jin ya ji aliyê mêr ve 70 jin hatine qetîlkir.

Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyek rapora xwe aşkere kir. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD'ê hat li darxistin. Daxuyanî ji aliyê Parezera ÎHD'ê Hatîce Demîr ve hat xwendin. Hatîce diyar kir ku Rojava û Bakûrê Tirkiyê di sala 2015'an de bi dawîbûna pêvajoya çareserkirina pirgirêka gelê kurd û şun de 10 mahan de 70 jin ji ber êrîşên tîmên taybet û jin li mala xwe ji aliyê malbatê ve hatine qetîlkirin. Hatîce bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li ser jinê û wiha axivî: "Di 1'ê Tabaxê ya 2014'an de li Stanbolê ji bo rawestandina tundiya li ser jinê lihevhatinek pêk hat. Lê ev lihevhatin li ser qaxîzê ma û li welêt her roj jin rastî tundiyê tên û ji aliyê mêr ve tên kuştin."

'Tundiya herî giran bi destê dewletê tê kirin'

Hatîce da zanîn ku dozên ku ew dişopînin hemû ji aliyê dewletê ve vala tên rexistin û jinê sucdar dike û wiha pê de çû: "Em wek komeleya mafê jinê hemû dozên jinê dişopînin û em dibînin ku kujer bi cezayên sivik tên darizandin û jin sucdar tê dîtin. Heya niha em di dozên jinan de rastî cezayek giran ku li kujer hatiyê kirin nehatine. Bi destê dewlê ev kujer serbest tên berdan û rastî tu cezayên giran nayên. Lewra rê li kuştina jinê nayê girtin. Ji hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an û şun de bi dest pê kirina şer û pêvçûnên li heremê herî zêde jin ji aliyê tîmên taybet ve hatine qetîlkirin. Ev jî dide xuyakirin ku rewşa jinan di rewşek awarte de ye."

'Tundiya li ser jinên li çar aliyê cihanê heye'

Hatîce bal kişanda ser îşkenceya li ser cenazeya gerilaya YJA-STAR'ê Elturk (Ekin Wan) û wiha got: "Îşkenceya li ser cenazeya Ekîn Wan ne ehleqî bû. Lê Walîtiya Mûşê di şuna ku doz li wan leşkeran veke, kesên ku wêneyê wê kîşandine ne hatin darizandin ên ku weşandine darizandin. Tundiya li ser jinê ne tenê li Kurdistan û Tirkiyê li çar aliyê cihanê wek hev e. Li her derî jin tên qetîlkirin. Lê ya herî taybet li Rojhilat Navîn çeteyên DAIŞ'ê li ser jinan bi hovane êrîş birin ser jinan û jinan qetîlkirin. Ev hişmendiya DAIŞ'ê bi ya mêr ve girêdaye."

Piştî axatina Hatîce Parezer Gulîstan Genç bilançoya qetlîma jinê ya di sala 2015'an aşkere kir.

Bilanço wiha ye:

Jinên ku rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hatine

5 mirî /11 tund û birîndar

Tundiya di nav malbatê de :
18 mirî /10 birindar

Tundiya di nav civakê de :
9 mirî /Tund û birîndar 5

Tecevûz:2
Tacîz 5

Xwekuştina jinê 23
Dest avêtin/6

Mirinên jinan yên biguman/15

Tevahî :
mîrî 70
birîndar 32
tecavuz 2
tacîz 5

(ho/rc)