‘Xwe parastin mafê bingehîn e’

15:38

JINHA

ŞIRNEX – Jinên Dêrgulê di çarçavaya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Jinan got ku îsal rojeva jinan li hember tûndiyê xwe parastinbûye û xwe parastin mafê wanê herî bingehîn e.

Li Başaroka Dêrgulê ya Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Jinan a Navnetewiya Lihemberî Şidetê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hevserokên DBP û HDP'ê yên Dêrgulê tevlî jî di navê de bi dehan jin li ber avahiya HDP’ê kombûn. Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn pankartên weke “Bi rihê Arînan ber bi sozê Bîşengan ve” vekirin û dovîzên “Tundiya mêr bîrdoziye, xwe parastina cewherî rewa ye”,” Xwe parastin ne cînayet e serhildan e” û “Serhildana li hember tundiyê maf e” rakirin. Jinan ji bo şehîdên demokrasî û aşitiyê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê jinan berdevka Meclisa Jinê Zozan Aksu daxuyanî xwend.

‘Têkoşîna xuskên Mirabal gihiştiye asta xwe parastinê’

Zozan behsa wetaya 25’ê Mijdarê kir û diyar kir ku têkoşîna ku Xwişkên Mîrabel dane despêkirin ji alî jinan ve gihiştiye asta xwe parastinê û ev tişt anî ziman: "Jin mecbûr man ku xwe li hember tûndiyê bi parêzin. Îsal rojeva hemû jinan xwe parastinbû.” Zozan diyar kir ku wehşeta ku DAİŞ’ê li ser wan daye meşandin ji bo wan cihek mihîm digre û wiha dewam kir: "Li Kurdistanê jî kesê ku tûndiya cinsî li ser jina de didin meşandin bê ceza dimînin. Li rojavayê Tirkiyê mêr bi cezayek sivik xilas dibin”

Zozan bang li hemû jinan kir ku xwe li hember tûndiyê bi parêzin û ev tişt got: “Jinek ji bo ku xwe bi parêze kesekî bi kuje ev ne cînayet ev berxwedan e û berxwedanek rewa ye.”

Jinan piştî daxuyaniyê bi dûrişmên “Jin jiyan azadî” çalakiya xwe bi dawî kir.

(ma/zt)