'Heya azadiya jinên Şengalê dê tekoşîna me berdewam bike'
16:08
JINHA
AMED - Têkela KJA ya Amedê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinên Êzidiyên li Kampa Şengalê ziyaret kirin. Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak diyar kir ku dê her dem li gel jinên Êzidî bin û got: "Heya hemû jinên Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de azad nebin dê tekoşîna me berdewam bike."
Têkela KJA ya Amedê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de jinên Êzidiyên li Kampa Şengalê ziyaret kirin. Di meşa ber bi kampê ve de Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş jî di navê de gelek jin amadebûn. Di meşê de jinan pankarta "Li ser axa welatê rojê dê jiyan bi destê jinê ji nû ve bê raçandin" bi sê zimanên kurdî, tirkî û erebî hatî nivîsîn hat rakirin. Di meşê de jinan duruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Destê dirêjî jinan bibin bila bişkên", "Bijî Berxwedana YPJ'ê", "Bijî azadiya Şengalê" û "Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin" hatin bilind kirin.
'Em li hemerî zilmê hemû jinan vedixwînin qadan'
Di dawiya meşê de ser navê KJA yê Sevim Adsoy diyar kir ku bi sed salan hişmendiya mêran jin tine hesabikirin, jinan jî li hemberî wê şer kir û wiha domand: "Li her qadê hişmendiya mêran jinan hedef digirin. Çeteyên barbarên qatîl jî li Şengalê jin hedef girtin. Di şerê li hemberî çeteyên barbar de cardin jinan di çeperên pêş de cihê xwe girtin û bi pêşengiya şervanên YPJ'ê Şengal hat azadkirin. Em hemû şideta ser jinan şermezar dikin û hemû jinan di 25'ê Mijdarê de vedixwînin qadan."
'Heya azadiya jinên Şengalê emê berxwedanê mezin bikin'
Hevşaredara Bajarê Mezinê Amedê Gultan Kişanak jî bilêv kir ku ewê her dem li gel jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin bibin û li her derê çete jinan hedef digirin û wiha dom kir: "Di sed sala 21'an de jinan xwe li hember qirima zayendî nîşan dan. Jin hatin revandin, di bazaran de hatin firotin û qetilkirin. Revandina jinan şerma sed sala 21 ane. Emê her dem li gel jinên Êzidî bin, emê jin dest bidin hev û tekoşîna xwe mezin bikin. Em azadiya Şengalê pîroz dikin. Heya hemû jinên di destê DAIŞ'ê de neyên rizgarkirin dê tekoşîna me berdewam bike."
Piştî axaftinan sinevizyon hate nîşandan.
(zt)