Jinên Rimêlan di çalakiyên 25'ê Mijdarê denin
16:46
JINHA
RIMÊLAN - Di çarçoveya çalekiyên 25'ê Mijiderê de jinên erab, kurd û Elewî li bajarê Rimêlan civiyan.
Di çarçoveya çalekiyên 25'ê Mijiderê de jinên erab, kurd û Elewî li bajarê Rimêlan ê Kantona Cizîra Rojava civiyan. Di civînê de Endema têkiliyên jin ên kurd Mijide Ehimed, Endema Rêxistina Jinên Erab Îsra Îbirehîm û rêvebera Jinên Elewî Mejdwlîn Erar roja 25'ê Mijiderê bi civînekê berferhe nirxandin. Civîn li Navenda Yekîtiya Star a Rimêlan hat lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.
Despêkê Mejide dest bi gerîngiya roja 25'ê Mijderê kir û got: "Li her devera cîhanê jin her roj rastî şidetê tên. 25'ê Mijarê ji bo jinan bûye rojek ji sembolên berxwedanê. Em jinên Rojava jî niha ser wê mîrasa berxwedanê jiyanê ji nû ve avadikin."
Îsra Îbirahîm jî bilêv kir ku jinên ereb jî rastî şidetê tên û wiha domand: "Li hemberî tindiyê tekoşîna me berdewam dike. Divê em hemû jin dest bidin hev û tekoşînê bilind bikin."
(rd-sx)