Li du taxên Cizîrê qedexeya derketina kolanan

16:53

JINHA

ŞIRNEX - Li taxên Yafes û Surê yên Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin.

Li taxên Yafes û Surê yên navçeya Cizîra Şirnexê qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Piştî îlana qedexeya derketina kolanan gelê Cizîrê bi wesayîtan rêya Îpekyoluyê ji trafîkê re girtin. Polîsan jî du rêyên derdurê girtin û ji nava taxan dengê çekan bilind dibe.

(ma/zt)