Hevşaredarên jin yên girtî: Li hemberî hişmendiya baviksalarî meşaleya azadiyê li cihanê belav dibe

17:22

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên jin ên girtî bi minasebata 25'ê Mijdarê peyamekî hevpar weşandin. Hevşaredaran di peyame xwe de anî ziman ku li hemberî hişmendiya baviksalarî jin meşaleya azadiyê pê xistin û li hemû cihanê belav kirin. Bi pêxistina meşaleya azadiyê dê jin azadiya bidest bixin û pêşaroja xwe azad bikin.

Hevşaredarên jin ên di girtigeha Sincana Enqereyê de tên girtin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dîjî Tundiya ser Jinan a Navnetewî, bi rêya parezerên xwe nameyek hevpar weşandin. Hevşaredara navçeya Surê Fatma Şik, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevşaredara Artemedê Selîl Rojbîn Çetîn, Hevşaredara Colemergê Dîlek Hatîpoglu, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, Hevşaredara Îdîlê Yaziye Onder û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ji bo berxwedana jinan name nîvisin.

Di nameyê de di serî de hemû jinên berxwedêr hatin silav kirin û hevşaredaran hêviyên xwe ya ji bo jiyanek aştî û azad anî ziman. Name wiha ye: "Meşaleya ku xwişkên Mîrabelê ya ku li hemberî desthîlatdariyê pê xistin Roza, Zîlan, Sakîne û Arînan heya roja me îro anîn û heya dawiyê dê ev meşale bê hildan. Bi hezar sal e ku li cihanê çand tundiya li ser jinê û tecavûzê mezin dibe. Ev jî bû wek cenaverek û li ser nefesa me ye. Mêr bi zayendiya xwe vegeriya pergalek û tundiya li ser jinê vegeriya çandê. Ev hişmendiya li ser jinê her roj jinê bi metingeriyê di nav jiyanê de tune kir û hemû mafê jiyanê lê teng kir. Dîsa bedan, çand û zimanê jinê yek bi yek dest danî ser û jinê tune da pênasekirin."

Di berdewamiya nameyê de bal kişandin li ser têkoşîna jinê û ev tişt hat gotin: "Di sedsal nû de jin bi berxwedan û zanebûna xwe zîncîra koletiyê şikand û bi hewlderek mezin xwe dide jiyandin. Wek ku tê zanîn di dîrokê de ji ber jin hilberîn bû, ji aliyê mêr ve wek pîrebok hat dîtin û jinê dişewitand û di çavên wan de jin wek şeytan bûn û gunehkar. Jin her tim rastî tacîz, tecawîz û îşkenceyê dihat û hêj tê. Armanc mêrê ew e ku jin bivê yekê bê nasname bihêle. Di hemû şerên cihanê de jin wek ganîmet hatin nîşandan û dibin çav de rastî tecawîza zayendî hatin. Bedama jinê ku li ber xwe dide û hatê teşhîrkirin jî heman hişmendiye. Lê jin li hemberî vê hişmendiya qirêj hêz û vîna xwe birêxistin dan nîşandan. "

Di dawiya nameyê de ev tişt hat gotin: "Her çi qas em di têkoşîna 25'ê Mijdarê de ne di nav we jinan de bin jî dîlê me bi we re ye û li vir têkoşîna wê didin meşanadin."

(ho/rc)