Li Nisêbînê kesekdin jî qetilkirin

20:05

JINHA

MÊRDÎN - Di roja 12'emîn a qedexeya li ser Nisêbînê de welatiyê bi navê Sedat Gundor ji aliyên polîsan ve hate qetilkirin.

Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 12'emîn de berdewam dike. Êrîşên hêzên tirk ên li hemberî gelê kurd bi hemû hovîtiya xwe didomin. Li taxa Yenîşehîrê welatiyê bi navê Sedat Gundor (22) dema ji mala xwe ya li Kolana Lîseyê derket ber derî ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ku li ser kolana Çag Çag dimînin ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Sedat bi giranî birîndar bû.

Sedat ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdîn, ligel hemû hewldanan nehat xilaskirin û jiyan xwe ji dest da.

(zt)