Dema ku li Cizîrê tarî kete erdê dengê 'Bijî berxwedana Cizîrê' bilind dibe

20:11

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxên Yafes û Surê piştî îlana qedexeya derketina kolanan elektirîk hat qutkirin û êrîşan despêkir. Di êrîşan de welatiyek birîndarbû û welatî derbazî berxwedanê bûn û ji nava kolanan dengê "Bijî berxwedana Cizîrê" bilind dibe.

Li navçeya Cizîra Şirnexê cara 5'an qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Di gulebarana tîmên tayîbet de welatiyê bi navê Yusuf Kara birîndar bû.

Li taxên Yasef û Surê elektirîk hat girtin û êrîşan despêkir. Welatiyên qedexeya derketina kolanan nasnekirin daketin kolanan û ji kolanan dengê "Bijî berxwedana Cizîrê" bilind dibe.

(ma/zt)