'Dê rojekê bêguman hesabê vê zilmê bê pirsîn'
09:11
Şehriban Aslan/JINHA
AMED - Jinên gundê Canqetrena Peyasê bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên qedexekirina derketina kolanan, îskenceya li cenazeyê PKK yiyan û qirkirinên sivîlan dan û gotin: "Dê teqez rojekê hesabê vê zilmê bê pirsîn."
Jinên gundê Canqetrena Peyasa Amedê bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên şer dan. Jinan diyar kirin ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dema ku hikumeta AKP'ê nebû deshilat dest bi qirkirinên ser kurdan kir. Jinan dan zanîn ku 1'ê Mijdarê jî bi darbeyê AKP hat ser deshilatiyê û wiha gotin: "Ew çiqas zilmê berdewam bike, emê jî berxwedanê berdewam bikin."
'Em zilma tê kirin na pejirînin'
Ji jinên gund Zeliha Çakir destnîşan kir ku hemû cîhan şahidê zilma AKP'ê ya ser gelê kurd tê kirin û wiha domand: "Weke her gelekê mafê me jî heye, em mafê xwe dixwazin. Dema ku li Cizîr, Nisêbîn, Sur, Farqîn û deverên dinê qedexeya derketina kolanan tê îlan kirin em li mala xwe de nikarin bi rehetî runin. Ne şeva me dimîne, ne jî roja me. Dema ku em li nûçeyan dinêrin em gelek xira dibin." Zeliha balkişand ser îskenceya leşker li cenazeyên gerilayan dikin û wiha berdewam kir: "Ma gelo ji ber xwe ve cenaze tên tazîkirin? Heya niha gerilayan çend polîs li peyî wesayîtan gerandine, lê ew cenazeyên me digirin li îskenceyên hişê mirovan nagire li wan dikin. Ev hemû zilme. Em ticarî vê zilmê na pejirînin û çî ji destê me bê emê bikin. Bila her kes vê bizanin."
'Ev îskenceya li cenazeyan tê kirin nakeve ti dînan'
Nezire Çakir jî bertekên xwe yên li hember kirinên AKP'ê wiha anî ziman: "Ew îskenceya li cenazeyan dike nakeve ti dînan. Gelo ev îskenceya li cenazeyan dikin di kîjan dînî de tê dîtin? Ez bang li dewletê nakim, ji ber dizanim dê vala be. Her dem dewlet me qetildike. Dê heya kengê ev zilm berdewam bike? Heya ev zilim berdewam bike emê jî berxwedanê berdewam bikin."
'Dê rojekê bêguman hesabê van hemûyan bê pirsîn'
Nuriye Çakir jî bilêv kir ku hîna AKP polîtîkaya xwe ya şer berdewam dike û wiha dom kir: "Ka dema ku dê hatibana deshilatiyê dê şer dabana sekinandin. Cardin bû deshilatdar bila aştiyê çêke. Yên weke AKP'ê zilim kirin gelek hatin û çun, dawiya hemûyan weke niha bûn. Zarokên biçuk qetildikin weke 'terorist' didin. Gelo çawan zarokan qetildikin? Bi hezaran sivîl qetilkirin, ne li zarokan, ne li ciwanan û ne jî li kalan neborîn. Ev zilim heya dawiya cîhanê nîne, dê rojekê hesabê wê bê pirsîn. Kes li gel wan nemane."
(zt)