'Şoreşa Rojava bi dewî kirina tundiya li ser jinê ye'
09:12
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star, Rêvebera Mala Jin û Rêvebera Dadgeha Gel a bajarê Hesekê nirxandin kirin. Jinan diyar kirin ku şoreşa Rojava li dijî pergala desthilatdariyê derketiye û wiha gotin: "Şoreşa Rojava tê wateya bi dawî kirina tundiya li ser jinê ye."
Jinên Rojava bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hember Şîdeta li dijî Jinê nirxandin kirin. Jinan destnîşan kirin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hember pergala şîdetê û desthilatdariyê derketiye û şoreşa jinê pêk aniye. Derbarê girîngiya 25'ê Mijdarê de Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Enûn Qero axivî û diyar kir ku ew ji bo mafê tevahî jinan têdikoşin û ji bo rêxistinkirina jinan perwerde esas digrin. Enûn da zanîn ku jin êdî li hember tundiya mêr serî hildaye û li her qadê ji bo mafê xwe li berxwe dide û wiha got: "Êdî jin şîdet û pergala koletiyê napejrîne. Bi şoreşa Rojava berxwedana jin li cîhanê deng veda û bû çavkaniya hemû jinan."
'Jin di 25'ê Mijdarê de dê xwedî li nirxên berxwedanê derê'
Rêvebera Mala Jinê Firyel Ehmed diyar kir ku bi pêk hatina şoreşê re gelek guhertin di jin de çêbûye û wiha got: "Pergalê desthilatdariyê jin wek meta û amûrê zarok anînê her dem dîtiye. Di bin navê namûsê de jin qetil dikin û ev komkujî tên rawe kirin. Jin ji qadê siyasetê, aborî, civakî û leşkerî her dem hatî dûrxistin. Jin bi berxwedan û têkoşînê li her qadê gav avêt û xwe bi rêxistin kir. Hêzê YPJ'ê mînakek ber bi çave ji tevahî cîhanê re. Lê jin bi wesileyê 25'ê Mijdarê dengê xwe li hember pergala desthilatdariyê dê bilind bike û xwedî nirxê berxwedanê derkeve."
'Em zagonên dewletê a li hember jinê napejrînin'
Rêvebera Dadgeha bajarê Hesekê Hene Xelîl jî da zanîn ku ew xebatên xwe di çerçoveya pêşxistina zagonên jin de rêve dibin û wiha pêde çû: "Ji bo dawî li şîdet û cînayetê jinan bê em xebatê xwe kurtir dikin. Zagonên ku mafê jin biparêze em diyar dikin û li gorî wê nêz dibin. Di serî de em zagonên dewletê a li hember jinê napejrînin. Ji ber vê alternatîfa bi rengê jin em pêş dixin. Jiyan bi ked û hebûna jin teşe digre. Înkar kirina jin înkarkirina jiyanê ye. Li dijî zewacên temenê biçûk, şîdet û hemû cureyên tundiyê em têdikoşin. 25'ê Mijdarê jin wê li qadan dewa mafê xwe yê jiyanê bikin."
(rc)