'Jiyan li ser ax hêjayê malê dinê'
09:13
Rabia Eto/JINHA
KOBANÊ - Piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê welatiyên ku koçber kirine vedigerin warên xwe. Welatiyên ku vegerîne malên xwe diyar kirin ku her çiqas çeteyên DAIŞ'ê malên wan rûxandibe jî, jiyan li ser axên xwe ji jiyana qesra dewletê çêtire.
Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kobanê, bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê cardin Kobanê ji çeteyên dagirker hat rizgar kirin. Welatiyên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn ji warê xwe koçî bajarên cûda bikin, dest bi vegera herêmên xwe kirin. Welatiyên ku vegerîn malên xwe diyar kirin ku di xaniyên rûxandî de jiyan kirin, ji jiyana qesra dewletê û xerîbiyê çêtire.
'Jiyan li ser ax hêjayê malê dinê'
Jina bi navê Fatîme Mihemed Bozan wiha behsa vegera xwe dike: "Dema ku em vegerîn Kobanê hîna çeteyê DAIŞ'ê li gundê Mizirdawadê debûn. Bi hatina Kobanê em hem gelek kêfxweşbûn û hem jî xemgîn bûn. Ji ber Kobanê hemû hatibû rûxandin û hilweşandin. Lê jiyan li ser ax hêjayê malê dinê." Fatîme anî ziman ku di serî de di warê peydakirina pêdiviyên jiyanê gelek zehmetî kêşandine û wiha domkir: "Cîranên me hîna venegeriyabûn. Li ser baniyê xaniyê me bermahiyê şer mabûn. Dema em li vir çeteyên DAIŞ'ê topên hawin avêtibûn mala cîranek me. Em cîranê hev a 20 salan bûn. Me wan tev wenda kir."
'Em xaniyên xwe ên rûxandî nadin bi qesra dewletê'
Fatîme bi lêvkir ku ji ber kes li bajêr tune bûn ew gelek zehmetî kêşandine û wiha pêde çû: "Şukur ji xwedê re niha bajar şên bûye. Em bajarê xwe ji nûde avadikin. Em xaniyên xwe ên rûxandî nadin bi qesra dewletê. Piştî êş û berdêlin mezin em niha jiyana xwe bi xwe avadikin û ji vê yekê kêfxweşin. Divê hemû welatiyên Kobanê berê xwe bidin bajarê xwe û ji jiyana koçberiyê rizgar bibin."
'Xaniyê min rûxandine lê ez bê çare nema me'
Hedle Îsa jî wiha got: "Piştî ku vegeriyam min dît ku xaniyê min rûxandiye, lê min xwe bê çare nekir. Di xaniyên din de dijîm û ez ji ber ku li bajarê xwe dijîm gelek kêfxweşim. Ji ber ku ev ax bi xwîna şehîdan hatî avdan ez ê heya dawî xwedî lê derêm û biparêzim."Her wiha welatiyê bi navê Mislim Mustafa Ebas jî got: "Sebra min li xerîbiyê ne dihat, min dixwest zû vegerim ser axê xwe. Em hêdî hêdî jiyana xwe û bajarê xwe ji nûde avadikin."
(rc)