Nesrîn Ebdula: Pêwîste her roj bibin roja serî rakirinê
10:03
JINHA
SİLÊMANÎ - Berdevk û berpirsa têkiliyên derve a hêzê YPJ'ê Nesrîn Ebdulah, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, semînera dijî şîdetê parastin da jinan.
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, Berdevk û berpirsa têkiliyên derve a hêzê YPJ'ê Nesrîn Ebdulah semîner da jinan. Nesrîn li bajarê Kerkûk, Silêmaniya, Kelar û Germiyan semîner di çerçoveya xwe parastinê de da jinan.
'Pêwîste jin bi nasnama xweya xweser daxwaziya mafên xwe bike'
Bedevka YPJ ê Nesrîn Ebdûlah, di derbarê serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê ji JINHA yê ra axvî û got: "Em bi taybet diyarkirna rojekê ji bo têkoşîna hemberî tûndiya ser jinê di cih de nabînîn. Pêwîste her roj bibin rojê serî rakirinê. Pêwîste jin bi nasnama xweya xweser daxwaziya mafên xwe bike."
'Di pêvajoyek wiha de pêdiviya jin herî zêde bi xwe parastinê heye'
Nesrîn sipasiya Rêxistina jinên Azadîxwazên Kurdistan(RJAK) ê kir û diyar kir ku ji ber derfetek bi vî aweyî pêk hatiye ew gelek kêfxweş bûne. Nesrîn wiha got: "Armanca hatina me ya vir, parvekirina tecrûbeyên jinên Rojava bi jinên başûrê Kurdistanê ye. Di pêvajoyek wiha de pêdiviya jin herî zêde bi xwe parastinê heye. Di heman demê de armanc bi hêzkirina rihê netewî ye."
(şb/rc)