KJA: Werin em bi hev re li hembeîr hişmendiya serdest tekoşînê bilind bikin

10:12

JINHA

AMED - KJA yê di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyaniyek weşand û got: "Em bang li hemû jinên Tirkiye û Kurdistanê dikin li hemberî deshilatiya mêran tekoşînê bilin bikin û xwe bi rêxistin bikin."

Kongreya Jinên Azad (KJA), di derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye: "Bi giyana 25'ê Mijdarê tekoşîna Xwişkên Mirabel li Dominikê û şoreşa jinên Rojava emê Kurdistan û Rojhilata Navîn zindî bikin. Emê deshilatiya mêran a faşîts li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tine bikin. Xwestin bi qetilkirin û tehşîrkirina cenazeyê Ekîn Wan vîna jinan bişkênin. Lê jinan li hember wan berxwedan mezin kirin. Wan bi hişmendiya xwe ya faşîzane Selamet Yeşilmen li ber derê wê qetilkirin û bi wî awayî ser rêveberiyên xweser de çun û êrîş kirin. Lê jinan di taxan de berxwedanek mezin nîşan dan. Emê li hemberî hemû deshilatiya mêtîngera mêran bi duruşma 'Şideta mêran îdeolojîke parastina cewherî mafe' di berxwedanê debin. Roj roja li mal, cihê kar û hemû qadên jiyanê li hemberî şideta mêran tekoşîn bilind kirinê ye. Bi vê bûneyê em bang li hemû jinên Tirkiye û Kurdistanê dikin li hemberî deshilatiya mêran tekoşînê bilin bikin û xwe bi rêxistin bikin."

(zt)