Şervanên YJA STAR: Em li hemberî hişmendiya qetlîamê têkoşiyan
10:52
Rojda Serhed-Şevîn Şervan/ JINHA
ŞENGAL - Şervanên jin ên ku bi mehan e li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û Şengalê ji çeteyan rizgar kirin anîn ziman ku, ew li hemberî hişmendiya qetlîamê têkoşiyan e.
Şervanên YJA STAR'ê bi mehan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikirin û bajarê Şengalê ji çeteyan azad kirin. Şervanan derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Navnetewî nirxandin kirin û diyar kirin ku li Rojhilata Navîn li hember jinê hişmendiyek komkujî heye û gotin ew ê li hember vê hişmendiyê têbikoşin.
Şervana YJA STAR'ê Aryen Koçer anî ziman ku tundiya li ser jinê li her welatî wek hev e û wiha axivî: "Pergala kapîtalîst xwe li ser bedena jinê wek amûr dibîne û xwe li ser rihê jinê dide jiyandan. Em li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê wek şervanên jin û parastvanên azadiya jinê li vir in. Di dagirkirina Şengalê de bi hezaran jinên Êzidî dîl hatin girtin û li bazaran wek koleyan hatin firotin. Şer û têkoşîna ku em didin meşandin li hemberî hişmendiya qetlîamê ye."
'Armanca me ew e ku tola jinên hatin kuştin hildin'
Aryan bi lêv kir ku hêzek jinan a mezin heye û ev yek bi têkoşînê diyar dibe û wiha berdewam kir: "Mêr di ferqa hêz û vîna jin de ye. Ji ber vê yekê pergala desthilatdariya mêr bi her awayî êrîşê jinê dike û dixwaze jinê bifetisîne. Ez jinek Êzidî me û bi salan li Tirkiyê mam. Sedema tevlîbûna min ji şerê Şengalê re, tola jinên ku hatine qetil kirine. Di dagirkirinê de çeteyan êrîşên giran birin ser jinê û bi hovane qetîl kir. Heya ku çeteyek li welatê me hebe, em ê şer bikin û li ber xwe bidin."
Aryan li ser gotina Serokê PDK'ê Mesut Berzanî jî rawestiya û ev tişt got: "Mesût Berzanî digot ku peşmergeyên me li Şengalê li dîjî çeteyan şer dikin. Na tiştek wiha tune. Bila Mesût Berzanî vê qet ji bîr neke ku di vê şerê de şervanên YJA STAR'ê, HPG,YPG û şervanên MLKP'ê kirin û Şengal azad kirin. Tu armanca me ya pêşbirka alê tune. Tenê hedef û armanca me ew e ku tola jinên hatin qetîlkirin û hevalên me yên ku şehîd ketin hildin e."
'Jinên Êzidî bi têkoşînê re ferî berxwedanê bûn'
Ezda Gever anî ziman ku ew salek li Şengalê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê li berxwe didin û wiha got: "Wek jin em têkoşînek bi vîn didin. Divê jinên Êzidî bên parastin û zana kirin. Ji bo vê yekê jî dê têkoşîna me bidome. Bi saya têkoşîna me jinên Êzidî hînê berxwedanê bûn li vir. Rûxmî ku em rastiyê vî gelî ji nêzve nasnakin, têkoşîn û berxwedana azadiyê şervanên jin me kêfxweş dike."
'Li Şengalê jin rolek mezin leyîstin'
Ezda destnîşan kir ku di mercên zehmet ên li çiyaye Şengalê gelek jinên leheng bi berxwedaniyek mezin têkoşiyan û canê xwe feda kirin û wiha domand: "Li Şengalê jin serkeftinên mezin bi dest xist. Bi mahan li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ'ê me berxweda û di dawiyê de me bajar rizgar kir. Li Şengalê jin rolek mezin leyîstin. Şervanên jin di çalakiyên ku berpirsyariyê wê hildabûn, bê qusûr bi cih anîn û serkeftin bi dest xistin."
(ho/rc)