Tenduristvanên Nisêbînê: Me şahidî ji mirina mirovahiyê re kir
11:16
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan di roja 13'an de berdewam dike, di êrîşan de 9 welatiyan jiyana xwe jidest dane. Tenduristvanên Nisêbînê diyar kirin ku wan şahidî ji bûyerên weke ji bo agirê zarokan dakeve ew xistine hindirê bozdolabiyê re kirine û gotin: "Me şahidî ji mirina mirovahiyê li beşek mezin ê Tirkiyê re kir."
Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan di roja 13'an de berdewam dike, di êrîşên leşker û polîsan ên dibin dorpêçê berdewam dikin de 9 welatiyan jiyana xwe jidest dan. Li naveçya av û ceyîran hatî qutkirin serdegirtinên malan despêkirin. Tîmên tayîbet bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de heya niha xebatkarê Şaredariya Nisêbînê Baki Narman û emdamê SES'ê Mehmet Sait Kaplan hatin girtin. Li hemberî êrîşan di serî de Taxa Abdulkadirpaşa heya serê sibê welatî di çalakiya deng derxistinê denin.
Tenduristvanên Nisêbînê li ser mediyaya civakî girêdayî rewşa Nisêbînê nivîs nivîsîn û parkirin. Nivîsa hatî parkirin wiha ye: "Ji bo ku em dengê Nisêbînê bi we bidin bihîstin me ev nivîs nivîsiye. Me mirovên ji ber ku di mala wan de ava vexwarinê nemayî, ji bo wê li 112'ê geriyayî hatîn nexweşxanê avgirtî dîtin. Em bûn şahidê zaroka 9 saliya ku li ber çavê wê dayîka wê hatî qetilkirin, wê jî çavê xwe winda kirî. Dema ku me jê pirsî çiyê te heye bi gotina 'Ez ditirsim' despêkir û me şahidî ji rondikên çavên wê yên qet nedikarî bisekinin re kir. Li vêderê em ji bo rizgarkirina jiyana mirovan sekinîne, lê gelek caran ji derveyî raporên mirovên dimirin piştî du rojan anîna ber destê me nivîsîn zêdetir em nikarin tiştekê bikin.
Li gel ku hindirê nexweşxanê ji polîsan dagirtiye lê ji bo ku em xaltiyê bidin sekinandin em neçarman ku bêjin 'polîs nîne, rehet be.' Gelek caran dayîkên li ber çavê wan zarokên wan qetilkirine tên nexweşxanê, gelek caran kalê serê wan parçebûyî û carnan jî birîndarê giran ên li ber nefesa dawiyê di dema mudaxeleyê de hemşîreyek lê vedigere dibêje 'ayî ev zarokê mamê mine' dide ber qêran tên. Dema ku em mudaxeleyî van birîndaran dikin di wan deman de şahidiyê ji dengê polîsên tîmên tayîbet yên dibêjin 'Ne Mutlu Turk'um diyene' re dikin.
'Me bihîst ji bo ketina agirê zarokan wan dixin hindirê bozdolabiyan'
Ev tiştên ku di nexweşxanê de me bi çavên xwe dîtine. Em hînbûn ku li nava taxan ji ber ku nikarin zarokan bînin nexweşxanê, zarokên agirê wan hene, ji bo daxistina agirê wan dixin hindirê bozdolabiyan. Em bûn şahidê kalek ê ji ber ku rê girtîbûn nekarîn bînin nexweşxanê li mala xwe qeyîrana dil derbaskirî, jiyana xwe ji dest dayî û paşê cenazê wî hatî ber destê me.
Em bûn şahidê mêrê 55 saliyê ji ber ku dayîka wî nexweşbû nekarî bîne nexweşxanê ji bêçaretiyê întihar kirî. Di van rojan de me şahidî ji van hemû bûyerên bi êş re kirin, lê ji wê xiratir ne li Nisêbînê mirina mirovan me şahidî ji mirina mirovahiyê li beşek mezin ê Tirkiyê re kir. Li vêderê mirovahî winda nebûye, werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û vê hovîtiyê ser Nisêbînê rakin!"
(zt)