JINHA Rojava salvegera xwe a 1. pîroz kirin

11:33

JINHA

QAMIŞLO - JINHA Rojava salvegera xwe ya 1. li navenda xwe pîroz kirin. Nûnera JINHA Rojava Zinarîn Diyar di vekirinê de axivî û wiha got, "Pêkhatina raghandina jin li Rojava bi serê xwe şoreşe."

Sala borî di 25'ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo a Rojava navenda JINHA hat vekirin û îroj salvegera 1. ne. Di demek kurt de nûçegihanên me li hemû bajar hatin avakirin û pêşengiya jinên Rojava gav bi gav şopandin. Bi armanca salvegera JINHA Rojava li Qamişlo hat pîroz kirin. Bi tevlîbûna nûçegihanên JINHA, Rêxistina Yekîtiya Star, Wezîrê Çandê a Kantona Cizîrê, Weqfa Jina Azad a Rojava, Rêxistina Jinên Komunîst MLKP'ê û Nûnera Dîplomasî a Yekîtiya Star pîrozbahî pêk hat. Axaftina vekirinê ji aliyê Nûnera JINHA Rojava Zinarîn Diyar ve hat kirin.

'Armanca me şoreşa jinê bi tevahî cîhanê dayîna bihîstandine'

Zinarîn hemû jinên ku tevlî pîrozbahiya salvegera wan bûne spas kir û wiha got: "Di nava salek de rûxmî zehmetî û bêderfetî me xebatê ajansê rêvebir. Hîna gelek kêmahiyên me hene. Ji bo derbaskirinê ked û têkoşîna me didome. Armanca me Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jin tê rêvebirin ji tevahî cîhanê re dayîna bihîstandine. Wek ajansa jin di serîde ji bo xwe li Rojava bidin nasîn û xebatên xwe em berfireh bikin, em bendê piştevaniyê hemû rêxistinên jinin. Pêkhatina raghandina jin li Rojava bi serê xwe şoreşe."

'Di roja me ya îro de çapemenî rolek sereke di nava civakê de dileyze'

Di pîrozbahiyê de Nûnera Rêxistina Yekîtiya Star Nayîme Hesen axivî û 1. salvegera JINHA Rojava pîroz kir û wiha got: "Di roja me ya îro de çapemenî rolek sereke di nava civakê de dileyze. Em di wê hêviyê dene ku çapemeniya jin jî di xebatên xwe de bi serbikevin. Li Rojava jin gelek serkeftin pêk anîne vê serkeftinê bi cîhanê dayîna bihîstandin bê guman erka çapemeniya jine. Li Rojava çapemeniya jin avakirin bi xwe şoreşe. Em vê yekê gelek bi wate dibînin û serkeftin dixwazin." Ji Weqfa Jina Azad jî Melîke Hesen jî diyar kir ku jina Kurd li Rojava di her qadê de xebatên xwe bi hêza xwe rêvedibin û got ku, ew di wê baweriyê dene ku çapemeniya jin jî serkefitinên mezin bi dest bixin.

Piştî Nayîme Hesen, li ser navê Saziya Têkiliyên Dîplomasî a Yekîtiya Star Mekiye Hiso û Wezîra Çandê jî Şûkriye Hiso bi armanca salvegera 1. avakirina ajansê axivîn.

Duvre paste hatin jêkirin û li mêhvanan hatin belavkirin. Pîrozbahî bi stranan bi dawî bû.

(zd/rc)