‘Emê agir geş bikin berxwedana xwe xurt bikin’

11:53

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê li hember xedexeya derketina kolanan tevahiya şevê gel li ser lingan bûn û şev bi durişme û sitranan derbas kirin. Polîsên nikaribûn têkevin taxên Cizîrê weseyitên weletiyan dan ber guleyan û paşde kişiyan. Hesenê 10 salî ku wî jî heya derengiya şevê agir dikir mazotê li agir dikir û wiha digot: "Emê agir geş bikin berxwedana xwe xurt bikin.”

Li navçeya Cizîra Şirnexê duh seet di 16.00'an de ji aliyê Waliyê Şirnexê ve qedexeya derketina kolanan hat îlan kirin. Di saetên sibê de qedexeya hat rakirin. Gel li hember qedexeya derketina kolanan rêya Hevrîşimê ya dîrokî ji tirafiqê re girtin û heya serê sibê li ser lingan bûn. Welatiyên Taxa Yafesê ku tirofoyê wan û têlên ceyranê ji aliyê weseyitên zirxî ve hatibûn hedef girtin şev bê ceyran derbas kirin. Polîsên ku nikaribûn têkêvin taxan haya serê sibê bi çekên giran êrîş birin ser gelê Cizîrê. Li taxa Yafesê qedexeya derketina kolanan lê hatibû îlan kirin gel agir li ber malên xwe dadan û heya serê sibê sitran gotin. Em jî tevlî civata wan bûn û me gûh da sitranên wan. Civata ku ji jin, zarok û ciwanan pêk dihat sitranên şoreşê digotin û durêşmên “Bijî berxwedana Yafesê”, “Bijî berxwedana Cizîrê” û “PKK gel e gel li vire" qîriyan.

‘Êriş me nêzikî hev dikin’

Ciwanên ku li ber agir civat danibûn diyar kirin ku ev êrîş û qedexe kirin wan nêzîkî hev kiriye û ev tişt anî ziman: "Pêşketina teknolojiyê mirov ji hev du dûr kiriye. Me berê carnan bi mehan cinarê xwe ne didît, lê niha em her wext li dora agir di civin. Em di civata li ber tavehivê de çaya xwe vedixin. Carnan sitranan dibêjin, carnan jî behsa meseleyên xwe yê zaroktiyê dikin û li Cizîrê şevek din jî li derve diborînin."

Hesen ê 10 salî bi ken û denê xwe yê xweş bala her kesê dikişîne ser xwe. Mazota ku ji tirefoya ceyranê ya bi guleyên polîsan teqiyaye tîne û bi wê agir geş dike wiha dibêje: “Em agirê xwe geş dikin berxwedana xwe xurt dikin.”

Jina bi navê Dîlan jî dibêje ku en hindik heftê du caran ceyrana wan dibrin taxa wan gulebaran dikin û bi vî awayî ji wan dixwazin ku ew taxa xwe terk bikin lê ew heya saxbin taxa xwe terk nakin.

‘Polîsê ku nikaribûn têkevin taxê maşînê weletiyan şewitandin’

Dema dibe sibe jinên Yafesê nan dipêjin û nanê xwe li hevdû parve dikin. Di setên sibê de welatiyên taxa Nur ê jî bermahiyên polîsan ku di encama gûlebaranê de li pey xwe hiştiye paqij dikin. Polîsên ku bi şev hewildane têkevin taxa Nur ê ji ber ku nikaribune têkevin taxê maşînên weletiyan dane ber gûleyan. Di encama gulebaranê de yek jê tankêra Şaradariya Cizîrê 8 wesayît hatine şewitandin.

(ma/zt)