HPJ: Pêwîste jin li dijî siyaseta rejîma Îranê parastina xwe pêş bixin
11:58
JINHA
ROJHILAT - Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê bi daxwyaniyekê ragihand ku pêwîste jin li hemberî siyasetên rejîma Îranê parastina xwe pêşbixin û tevlî refên HPJ'ê bibin.
Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê(HPJ) daxuyaniyek nivîskî weşand. HPJ'ê di serî de kiryarên dewleta Îranê ê bi tûndî şermezar kirin û bang li jinan kir ku li hemberî siyasetên rejîma Îranê parastina xwe pêşbixin û tevlî refên gerîla bibin.
Di daxuyaniyê de HPJ'ê wiha hat gotin: " Heya niha ji ber siyasetên zilamsalarî ên rejîma Îranê hijmarek zêde jin hatine qetil kirin an jî ji ber zextên zêde dawî li jiyana xwe anîn. Her weha di encama siyasetên rejêma Îranê de, jin tên recim kirin, tên darve kirin, kezab bi rûyê jinan tê rijandin û bi karanîna madeye hişber ve tên girêdan. Ev jî ne ji kiryarên dijî mirovahî yên çeteyên DAIŞ'ê kêmtire."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Dewleta Ruhanî jî xwast civaka Îranê bixapîne û wiha domkir: "Lê derket holê ku dewleta nû jî berdewamiya siyasetên rejîma bûrîn e. Her weha bi awayek herî hovane kiryaran li ser civaka Îran bi taybet li ser jinan dimeşîne. Li hember van kiryaran Reyhane Cebarî, Ferînaz Xwsrewanî, Şeyda Hatimî û berxwdana Zeyneb Celaliyan nimûneya jinên şoreşgêrin."
(şb/rc)