KJAR: Li Îranê avakirina hêza parastina cewherî girîngiyek sereke ye
12:50
JINHA
ROJHILAT - KJAR bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser siyaseta rejîma Îranê a li hember jinê. KJAR serkeftina jinan a li Koban û Şengalê weke mînakek ji bo azadbûna ji vê aloziyê binav kir.
Komalên Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qala zilm û zexta rejîma Îranê a li ser jinê hat kirin û wiha domkir: " Di tevahiya dîroka mirovahiyê de ji aliyê desthilatdariya mêrsalarî ve, jin tê çewsandin û her dem jin wek kesê duyem ê civakê tê destgirtin. Li Îranê jî ev zext û tundiye ji aliyê mêran ve tê meşandin. Her wiha rojane jin bi îşkence, kuştin û hemû cure îşkenceyan re rûbirû dimîne."
KJAR di daxuyaniya xwede bal kişand ser rewşê girtiyên siyasî yên wek Zeyneb Celaliyan ku ji aliyê rayedarên rejîma Îranê ve tên îşkencekirin û wiha hat gotin: "Xwekuştina jinan û ketina bi hezaran jin a di nav bikaranîna madeyên hişber, her wiha rûbirû bûna yasayên mêrsalarî û rêgezparêzi ye. Bi dehan jin li kolanan li ser erdê hatine kaşkirin. Tên lêdan û îşkencekirin. Li Îranê tundûtûjî weke beşek jiyana rojane lê hatiye. Dixwazin civakê fêrî jiyankirinekî wiha bikin."
KJAR bal kişande ser jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û kuştin û wiha domand: "Em Şirîn ElemHûlî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hatî darvekirin birêzdarî bibîr tînin. Weke sembolek li hemberî siyaseta faşist û rêgezparêzî ya rejîma Îranê, wê her dem bijî. Di heman demê de em jina binavê Ayîd Kiyasûn a ku ji aliyê rejîmê ve bi hinceta bi karanîna madeyên hişber hat darvekirin bibîr tînin. Rejîm bi van kiryaran dixwaze hemû kiryarên xwe yên dijî mirovahî rewa bike. Bi darvekirina Reyhane Cebarî, ji bo jinan peyama ger hûn rastî tecawûzê bên, dengê xwe dernexin, civaka mêrsalarî nexin ber lêpirsînê hat dayîn. Her wiha bi êrîşkirina ser Ferînaz Xûsrewanî û kuştina jina binavê Sûmeye a ji aliyê hêzên Întizamî yên girêdayî Îranê diyar dike ku êrîşek plankirî tê meşandin."
KJAR di berdewamiya dexuyaniyê de behsa berxwedana jinên Kobanê û Şengalê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê kir û wiha hat gotin: "Jinên Kurd ji hemû kesê zêdetir dijî vê komê çeteyan şer kir û berxwedanek mezin nîşan da. Bûne pêşeng ji bo hemû gelan. Li Kobanê fikra ciwan û azad a jinê, ew qirêjiya desthilatdariya mêrsalî derxist holê û dawî lê anî." KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got; “Azadkirina jinan li Îranê û avakirina hêza parastina cewherî bi şêweyekî sîstemî ya jinan li hemberî vê sîstemê em weke giringiyekî sereke dibînin. Berxwedan û îradeya jinan bi îradeya xwe li Kobanê, karîn rolekî bi bandor li ser civaka navneteweyî bilîzin.”
(şb/rc)