Li Nisêbînê gel li hemberî qedexeyê daketin kolanan
13:27
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di roja 13'an de qedexeya derketina kolanan berdewam dike, dibin dorpêçê de gel daketin kolanan. Taxa ku li heber qedexeyê daket kolanan rastî êrîşa polîsan hatin.
Gelê Nisêbînê ji bo rewşa awarte û dorpêça hêzên dewletê bişkîne, li gelek taxên navçeyê daket kolanan. Ji bo piştgirîya berxwedana taxên Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenişehîrê yên di bin dorpêçê de ne, di serî de taxên Zeynel Abîdîn, Bariş û Kişlayê li gelek taxên navçeyê bi hezaran kes derket kolanan. Bi hezaran welatî bi meşên ku di nav taxan de dikin kom dibin. Girseya ku ber bi navenda navçeyê dimeşe, dirûşmeya "Bijî berxwedana Nisêbînê" berz dike.
Piştî ku hate bihîstin gelê Nisêbînê daketiye kolanan, li taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firatê dengê tilîliyan bilind bû.
(dk/zt)