Rojnameger Vildan Atmaca rastî îskenceya lêgera tazî hat

13:59

JINHA

WAN - Nûçegihana me Vildan Atmaca a ku dema nûçe dişopand bi hinceta "Bêmafî li Serokomar kiriye" hatî girtin di ketina girtîgehê de rastî îskenceya lêgera tazî hat.

Di roja 13'ê Mijdarê de dema ku nûçegihana JINHA yê Viltan Atmaca dema ku li navçeya Erdişê qedexeya derketina kolanan hatî îlankirin nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, roja dinê li gel Nûçegihanê DÎHA yê Îdrîs Yilmaz bi hinceta "Bêmafî li Serokomar kiriye" û "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Vildan a ku birin Tipa M ya Girtîgeha Wanê bi rêya parêzerên xwe agahiya binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ser wan tên kirin da.

Li gorî agahiyên Vildan a ku di hindir de jî nûçegihaniya xwe berdewam dike dayî wiha ye: Ji dema hatî girtin heya birine girtîgehê rastî tacîza devkiya polîsan hatiye. Di ketina girtîgehê de rastî îskenca tazî hatiye. Weke wê hemû girtiyên din jî rastî bêmafiyên wiha tên. Yên ku lêgera tazî nepejirînin bi tehdîdên disiplîna lêpirsînê hewildidin wan bitirsînin.

Vildan bêmafiyên li girtîgehê tên kirin wiha anî ziman: "Dem dem leşker ser qowuşên me de digirin û lêgerînê dikin. Ev tacîza deruniye. Em nikarin ji kantînê tişt bigirin. Di nava xwarinê de mu, neyînok û pîsiya ajalan dixwiyê. Rojnamên rojane nadin hindir. Name û kargoyên malbatên girtiyên siyasî dişînin dişînin bi hincetên keyîfî nadin wan. Ser girtiyên siyasî sepandinên dijminiyê dikin. Ew her dem rastî bêmafî û tacîza gardiyanan tên."

(zt)