Ayla Akat: Bi rêxistina bûna me azadiya me ye

14:56

JINHA

AMED - Jinên KJA'ê bi minasebata 25'ê Mijdarê bi dirûşema " Ne kuje" li hev kom bûn. Berdevka Demî ya KJA'ê Ayla Akat Ata di civînê de axivî û got ku dê jin li dîjî tundiya mêr têbikoşin û tundiyê rawestînin. Ayla anî ziman ku encax jin bi rêxistin azadiya xwe bi dest bixin. Lewra divê jin li qadan bin û têbikoşin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Jinê ya Navneteweyî bi dîrûşmeya "Ne kuje" bi jinên ku zarokên wan ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin re civînek li dar xist. Cîvîn bi tevlîbûna Berdevka Demî ya KJA'ê Ayla Akat Ata, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevsaroka DBP'ê ya Amedê Hafîza Îpek û gelek dayîkên zarokên ji aliyê dewletê ve hatin qetîlkirin li Parqa Sumerê pêk hat. Di civînê de ji bo kesên di têkoşinê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Ayla Akat Ata axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ku encax jin bi rêxistin azadiya xwe bi dest bixin. Lewra divê jin li qadan bin û têbikoşin.

'Dê têkoşîna me vekirî be'

Ayla di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku jin dê li hemberî tundiyê li ber xwe bidin û heya azadiya xwe bi dest bixin dê li qadan bin û têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê ku hikûmeta AKP'ê li ser jinê dide meşandin ne tesadûf e. Em wek aktîfîstên KJA'ê tundiya li ser xwe qebûl nakin û dê li hemberî van polîtîkayan têbikoşin. Di 6 mahan de li Kurdistanê bi dehan zarok hatin qetilkirin. Dewlet dibêje ku heya e hûn rêveberiya xwe ya xweser îlan bikin em ê we bikujin. Em jî debêjin ku em ê rêveberiya xwe îlan bikin û li hemberî zilma xwe têbikaşin. Polîtîkayên li ser bedena Ekin Wan ji bo jinan wek gef e. Lê em ê dê heya dawî têbikaşin û têkoşina me vekiriye."

'Em nebûna hevserokên xwe nadin hîskirin'

Ayla li ser qirkirina siyasî û polîtîkayên li ser hevşaredaran jî ev tişt got: "Em li dîjî hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Îro em ji bo zarokek din neyê kuştin li vir civiyane û îro Roja Têkoşina li hemberî tundiya jinê ya navnetewîn e. Lê dewlet ji hêza jinên kurd ditirse û wan girtinê bêdeng dike. Bila baş bê zanîn ku jin bi girtin û qetîlamê nayên bêdengkirin. Em ê bi rêveberiya xweser re azadiya xwe bi dest bixin."

Ayla di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser pêvçûn û şerên li Farqîn, Nîsêbîn û Cizîrê û wiha got: "Di dargirina polîsan ya li heremên Kudistanê di rastiya xwe hedef jin in. Wek tê zanîn li Nîsebînê Selamet Yeşîlmen hat qetilkirin û bi dehan jin bi destê dewletê hate kuştin. Êdî em naxwazin ku jin bi destê dewletê bê kuştin. Ji ber vê yekê em banga têkoşînê li hemû jinan dikin."

(ho/rc)